ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Ji bo faşîzma AKP-DAIŞ’ê ti rê nemaye’
ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk ji bo terora dewletê ya li Kurdistanê protesto bike, piştgiriyê bide berxwedana Teroyan û 3. salvegera berxwedana Geziyê bi bîr bîne, li Kolnê meş li dar xist. -
Demîrtaş: We çawa li ber xwe da, em ê jî serî netewînin
Demîrtaş di mîtînga hevdîtina gel a li Edeneyê de axivî, got: “We çawa bi wêrektî li ber xwe da û serî netewand, em ê jî serî netewînin. Teslîmbûyin dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê.” -
Li Edeneyê berxwedan li hemû taxan belav bû
Li Edeneyê cara duyemîn polîsan êrîşî girseyê kirin. Li dijî êrîşên polîsan berxwedana gel li tevahî taxan belav bû. -
Yuksekdag: HDP, çeperek demokratîk e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag li Îzmîrê di mîtînga “Li dijî derbeyê hevdîtina siyaseta demokratîk” de axivî û got, “HDP’e, çeperek demokratîk e ku ji gelê me yê ji çar aliyan re sêwantiyê dike.” -
Bi berxwedanê gihiştin qada mîtîngê
Li Edeneyê çend kêlî beriya mîtînga HDP’ê, polîsan êrîşî gel kirin. Tevî hemû êrîşan jî gel kete qada mîtîngê. -
Aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bikin!
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û parêzer Eren Keskîn bang li dewleta Tirk kirin, ku derhal aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bike. -
Êrîşên çeteyên Qesrê li Norwêcê hatin şermezarkirin
Ciwanên Kurd ên li Osloyê (UngKurd), ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li Kurdistanê dikin, li ber Parlamenta Norwêcê çalakiyek lidar xistin. -
Êrîşên çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê li bajarê Hannoverê hatin şermezarkirin
Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li Nisêbînê dikin, li bajarê Elmanya Hannoverê hatin şermezarkirin. -
Demîrtaş û Sariyildiz ji NY re qala mirovên hatin şewitandin kirin
Hevserokê HDP'ê Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz bi Komîseriya Mafên Mirovan a NY re hevdîtin kirin û ji komîseriyê xwestin, têkildarî 'komkujiyên' li Cizîr, Silopiya, Sûr û tevahiya Kurdistanê bikeve nava tevgerê. -
Demîrtaş: Tirkiyeyek yek qenal heye û di hemûyan de jî Erdogan qîr dike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di mîtînga li ber Parlamentoya Bern a Swîsreyê de axivî, diyar kir ku Erdogan ji ser penaberan bazirganiya mirovan dike. -
Li Oxford û Cambrîdge paraznameya Ocalan a ‘Şaristanî’ rastî eleqeyek mezin hat
Ji bo pirtûka “Şaristanî” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi Îngîlîzî hate weşandin, li Oxford û Cambrîdgeyê eleqeyek mezin heye. -
PE, destlênedan xist rojeva xwe
PE, di desteya giştî de wê rakirina destlênedanên parlamenterên HDP’ê nîqaş bike. -
Li dijî sûcên AKP/Qesrê yên şer serlêdana UCM’ê
Saziya Malbatên Şehîd û Windahiyan a Kurdistanê (KOMAW), ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê îro serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) da. -
Daxwaza tehliyeyê ya Omer Guney hate redkirin
Daxwaza tehliyeya bimerc a Omer Guney ku sûcdarê qetlîamê 9’ê Çileya 2013’an a Parîsê ye, nehat qebûlkirin. -
Li Celle Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê Aktîvîteyên Çand û Sporê
Li bajarê Celle yê Elmanyayê, ji aliyê Ciwanên Azad, Jinên Ciwanên Azad, Hevgirtina Ciwanên Êzdayî (HCE) û Hêvî Frauen in Not ve Aktîvîteyên Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ya Çand û Sporê hate lidarxistin. -
HDP'ê nerazîbûn nîşanî biryara DDB da: Em ê serî li DMME bidin
Meral Daniş Beştaş a HDP'yî nerazîbûneke tund nîşanî biryara 'destnedanê' ya DDB da û diyar kir, biryar bi fermana Qesr û hikûmetê hatiye dayîn. Beştaş da xuyakirin, ku ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. -
DDB serlêdanên HDP'ê yên li ser destnedanê red kir
Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), serlêdanên parlamenterên HDP'ê yên ji bo betalkirina rakirina destnedanê, red kir. -
Li 4 bajaran 10 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de 10 kesên din hatin girtin. -
Li Fatîhê 3 wesayît hatin şewitandin
Li Stenbolê, 3 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Li Osloyê semînera li ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê
Nivîskar-rojnamevanê Norwêcî Erlîng Folkvord çû Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi rêveberên KCK'yî û Rojavayî re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe li Osloyê bi semînerekê vegot. -
Li Swêdê desteka ji bo DBP û HDP'ê
Ji şandeya Swêdê ya çû Enqereyê û bi rêveberên DBP'ê re hevdîtin kir Anna Margareth Lîvh û Naîle Aras, çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê ji ANF'ê re vegotin. -
Elmanyayê ders ji dîroka xwe derxist, dor a Tirkiyeyê ye
Piştî ku Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Elmanyayê ve bi awayekî fermî hat naskirin, di çapemeniya Elman de şîroveyên "Elmanyayê ders ji dîroka xwe derxist, dor hatiye Tirkiyeyê" hatin kirin. -
‘Tirkiye deriyê sînorê xwe li penaberan venake'’
Rêxistina Doktorên Sînornenas da xuyakirin ku 100 hezar sivîl mabeyna çeteyên DAIŞ’ê û sînorên Tirkiyeyê de asê mane. -
Qetlîamên li Kurdistanê bi pêlavan hatin protestokirin
Qetlîamên dewleta Tirk û AKP’ê ya li Kurdistanê li paytexta Swîsre Stockholmê di saetên şevê de bi xwepêşandaneka pêlavan ve hate protestokirin. -
Demîrtaş: Em ê li dadgehan bêjin ‘darizandinê nas nakin’
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku wê li dadgehan parastinê nekin, got: “Em ê bêjin vê daraza bi talîmata Erdogan em qebûl nakin. Em ê ne bereet ne jî tehliyeyê bixwazin. Çi dikin bila bikin.”