Gelo îdareya girtîgehê jehrê dide girtiyên siyasî?
Li saziyên fermî yên Tirkiyeyê ku bi fermana AKP/Qesrê dimeşin, bêtehemûliya li hemberî têkoşîna gelê Kurd her zêde dibe.
Li saziyên fermî yên Tirkiyeyê ku bi fermana AKP/Qesrê dimeşin, bêtehemûliya li hemberî têkoşîna gelê Kurd her zêde dibe.
Li saziyên fermî yên Tirkiyeyê ku bi fermana AKP/Qesrê dimeşin, bêtehemûliya li hemberî têkoşîna gelê Kurd her zêde dibe. Bêtehemûlî gihaştiye wê astê, ku hewl tê dayîn girtiyên siyasî bên jehrîkirin.
Malbatên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2. a Tekîrdagê tên ragirtin dan xuyakirin, ku di serdana girtîgehê de zarokên wan polîtîka zext û tinekirinê ya li hemberî wan tê meşandin, eşkere kirine.
Malbata girtiyê ji doza PKK'ê Abdulkadîr Bozkûrt roja 25'ê Gulanê ji Rihayê çû serdanê û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên kirêt ên li girtîgehan tên meşandin. Malbata Bozkûrt ji aliyê re ragihand, ku Abdulkadîr Bozkûrt daye xuyakirin, ku rêveberiya girtîgehê hewl dide girtiyên siyasî jehrî bike. Ozlem Bozkûrt (25) a tevî dayika xwe Zelîha Bozkûrt (50) çû serdana birayê xwe diyar kir, birayê wê jê re ragihandiye ku zexteke giran a psîkolojîk û pêkanînên kêfî li wan tê kirin.
ÇI TEVLÎ AVA VEXWARINÊ YA GIRTIYÊN SIYASÎ DIKIN?
Bozkûrt da xuyakirin, ku birayê wê jê re gotiye, "Ez nizanim bê çi tevlî ava me ya vexwarinê dikin. Lê ne zelal e. Dema em vedixwin jî mehdê me dixele. Tevî vê yekê, gardiyan di bin navê lêgerînê de qewîşan ji hev dixin û zerarê didin eşyayên me yên şexsî. Îdareya girtîgehê mafên me yên spor û derketina hewşê ji me girtiye û di nava zîndanê de me dixe zîndanê. Bi rengekî kêfî çopê davêjin û bi zorê bi me didin berhevkirin. Yanî ev faşîzma li derve li gel tê kirin, li girtîgehê jî tê meşandin. Li vê derê timî pêkanînên provoke û zextê li ser me ferz dikin. Dixwazin em tiştên cuda bikin."
Ozlem Bozkûrt her wiha da xuyakirin, ku divê AKP derhal dest ji van pêkanînên xwe berde û got, "Pêwîste wezîfedarên girtîgehê yên zilmê dikin, ji wezîfeyê bên derxistin. Naxwe ev yek wê bibe şerekî şexsî."
LI GIRTÎGEHA TÎPA T YA OSMANIYEYÊ JÎ HEMAN PÊKANÎN HENE
Li aliyê din girtiyên siyasî yên girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê tên ragirtin, bi rêya nameyekê zextên li wan tên kirin vegotin. Di nameya bi îmzeya Tarik Yildizer de hat gotin, "Van rojan bi dijwarî zextê li me dikin. Wehşeta li derve li gel dikin, li hundir jî dimeşînin. Lêgerîna bi zorê li ser me ferz dikin, dest datînin ser eşyayên me yên şexsî. Hevalên me yên ketin greva birçîbûnê, ji bo ev zext werin rakirin, ketin grevê."