Hejmara penaberên li Derya Spî fetisîne, ji hejmara fermî zêdetir e

Li ser dramên penaberan ên Çarşemê û duh li derya navbera Îtalya û Lîbyayê qewimîn agahiyên nû bi dest ketin. Ev agahî nîşan didin, hejmara mirovên di van karesatan de jiyana xwe ji dest dane, gelekî zêdetir e.

Li Derya Spî ya navbera Lîbya û Îtalyayê, li pêş kamerayan keştiyek noqî binê avê bû û hat ragihandin, ku ji vê keştiyê 562 penaber hatine rizgarkirin, lê 5 penaber fetisîne. Li gorî agahiyan, di karesateke din a duh de, bi qasî 30 penaber fetisîn.

Lê belê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) da xuyakirin, ku di keştiya roja Çarşemê noq bû de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, dibe ku zêdetir be. Berdevkê IOM Flavîo dî Gîacomo diyar kir, li gorî vegotinên penaberên bi saxî filitîne, li Lîbyayê bi qasî 650 penaber li keştiyê siwar bûne û bi vî rengî bi rê ketiye.

Gîacomo da zanîn, tê gotin di dema binavbûna keştiyê de hînê 100 penaber di hundirê wê de bûn. Berdevkê IOM anî ziman, li gorî gotinên penaberên bi saxî filitîne, di nava penaberan de gelek kesên ji Fasê hebûn, lê belê tespît bû ku di nava kesên hatine rizgarkirin de ti ji welatiyên Fasê nîne.

Berdevkê IOM ragihand, pêkan e ku ev keştiya masîgiran a noqî binê avê bûye ji Misirê bi rê ketibe û diyar kir, eger gotinên penaberan bê piştrastkirin, ev yek wê were wateya 'yek ji dramên herî mezin ên mirovahiyê yên li Derya Spî'.

Li gorî hêzên ewlekariya peravê yên Îtalyayê, di nava 4 rojên dawî de ji penaberên ji Lîbyayê hatine Îtalyayê 10 hezar hatine rizgarkirin. Hat ragihandin, 4 hezar ji van penaberan di 22 operasyonên duh de hatin rizgarkirin.

Li gorî hin saziyên alîkariyê, hejmara penaberên li Derya Spî xeniqîne, ji daxuyanî û hejmarên fermî gelekî zêdetri e. Li gorî saziya alîkariya însanî ya bi navê Watch The Med, beriya karesata pêr, ji du keştiyên cuda yên hezar penaber tê de bûn, banga alîkariyê hat kirin. Saziyê ragihand, yek ji van keştiyan piştre noqî binê avê bûye.