Ciwanên Kurdistanî yên li Parîsê ji bo Nisêbînê meşiyan

Ciwanên Kurdistanî yên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, hewldana komkujiyê ya çeteyên Qesrê li Nisêbînê dikin, şermezar kirin.

Ciwanên Kurd li ser banga Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad daketin kolanan û li dijî wehşeta AKP'ê meşiyan. Ciwan duh êvarê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Bijî berxwedana YPS/YPS Jinê", "Kujer AKP, terorîst Tirkiye" meşiyan.

Ciwanan di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan, alên PKK û Ciwanên Azad hilgirtin û heta meydana Repûblîqûe meşiyan. Di axaftinên li qada mîtîngê de hat gotin, "Çawa ku Kobanê û Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin, Nisêbîn û Şirnex jî wê ji çeteyên AKP'ê bên paqijkirin." Ciwanan bang li her kesî kirin ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin û destnîşankirin, ku ev hovîtî wê were şikandin.

Piştî mîtîngê ciwanan berê xwe dan Kûleya Eîfelê û çalakiya we li vir dewam kirin. Ciwanan li ber Kûleya Eîfelê belavokên li ser Nisêbînê û xwerêveberiyê belavkirin û dirûşme qîriyan. Polîsên Fransayê dest li çalakiyê werdan û kesek binçavkirin. Di navbera polîsên tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin û ciwanan de nîqaşên tund derket. Polîsên Fransayê yên nikarîbû vîna ciwanan bişikînin, piştî demekê xwe vekişandin.

Komek ji ciwanan dûre posterê Ocalan li Kûleya Eîfel daliqandin û belavok belav kirin. Ciwan piştre dîsa meşiyan û bi qîrîna dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.

...