Artêşa DYE'yê xwe amade dike ku 1.000 leşkerên trans ji nava xwe derxîne

Piştî biryara Dadgeha Bilind a DYE'yê ku bi demkî erk da rêveberiya Trump, Pentagonê ragihand ku wê pêvajoya derxistina 1.000 leşkerên trans ji nava artêşê 'tavilê' destpê bike.

Li gorî belgeyekê ku ji aliyê Wezîrê Parastinê Pete Hegseth ve hate weşandin, beriya 26'ê Adara 2025'an leşkerên xwe weke kesên trans pênase dikin ji bo bi dilxwazî ji artêşê qut bibe daxwaz kirin, wê pêvajoya qutbûna wan a ji artêşê destpê bike. Ji bo yên ku naxwazin bi dilxwazî qut bibin jî Serokatiya Fermandariya Giştî wê 6'ê Hezîrana 2025'an pêvajoya 'qutbûna bê dilxwazî' bixe dewrê.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell diyar kir ku ev biryar wê bandorê li ser 1.000 leşkerî bike ku tespîta dîsforiya zayendî li wan hatiye danîn. Li gorî rayedarên parastinê heta dawiya sala 2024'an li 4.240 leşkerî tespîta 'dîsfosiya zayendî' li wan hatiye kirin.

Biryar xwe dispêre biryarnameya serokatiyê ya Donald Trump a 27'ê Çileyê ku tevlîbûna kesên trans li nava hêzên çekdar ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê asteng dike.