Kurd û dostên wan ên li Helsînkiyê ji bo Nisêbîn a ku êrîşên qirkirinê li ser heye banga hestiyariyê kirin.
ANF
HELSÎNKÎ
în, 27 gulanê 2016, 16:32
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê êrîşên qirker ên ku çeteyên AKP/Qesrê li Nisêbîn û giştî Bakurê Kurdistanê dimeşîne hate protestokirin.
Kurd û dostên wan ên li pêşiya Nûnertiya Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) îro li hev civiyan, li dijî êrîşên qetlîamê banga liv û tevgerê li YE û Neteweyên Yekbûyî kirin. Kurdistaniyan daxwaza xwe ya navborî jî bi dosyayekê radestî rayedaran kirin.
Di çalakiyê de berxwedanên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê hatin silavkirin.