Li Baselê li dijî qetlîama Nisebînê protesto

Kurdistaniyên li paytexta Swîsre Baselê dijîn, êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê protesto kirin.

Bi banga Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad di saetên şevê de komek Kurdistanî li pêşiya avahiya Parlamentoya Baselê hatin gel hev. Girseya ku saetekê çalakiya rûniştinê li dar xist diyar kir ku; “Ev qetlîamên çeteyên AKP/Qesrê li Nisebînê pêş dixin wehşet e. Li hember vê wehşetê gel bi her awayî li ber xwe dide. Em ê jî li vê derê çavên xwe ji van qetlîama re negirin. Bila çeteyên AKP/Qesre ji Kurdistanê bicehemin.”

Çalakî bi dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Biji Berxwedana Nisêbînê’’ bi dawî bû.

...