HBDH’ê Ûlaş Bayraktaroglû di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi bîr anî

Komîteya Rêveber a HBDH’ê Ûlaş Bayraktaroglû yê ku 9’ê Gulana 2017’an li Reqayê di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû, bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê îdealên wî ji cihê mayî bidomînin.

Komîteya Rêveber a HBDH’ê peyameke bîranînê ya nivîskî weşand û di salvegera 8’emîn a şehadeta Ûlaş Bayraktaroglû de soza dilsoziya bi têkoşînê re dubare kir.

Peyama bîranînê bi vî rengî ye:

“Em ketin meha Gulanê ku şahidî ji lehengiya şoreşgerî, fedakarî, pêşengî, hevrêtî û gelek seknên şoreşgerî yên dîrokî re kiriye. Meha Gulanê di heman demê de meha fêmkirin, fêrbûn, liv û tevger û serketinê ye. Dîsa di meheke Gulanê de; fermandar Ûlaş Bayraktaroglû (Mehmet Kurnaz) ku 9’ê Gulana 2017’an li Reqayê di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de di nava refên herî pêş de bû nemir. Em di şexsê hevrê Ûlaş Bayraktaroglû û şehîdên meha Gulanê de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo disoziya bi têkoşînê re dubare dikin.

Hevrê Ûlaş xwedî jiyaneke welê bû ku di nava şer de mezin bû. Di temenekî pir ciwan de tam li navenda têkoşîna şoreşgeriyê dest bi meşa xwe kir. Bêyî ku bibêje biçûk-mezin li her çeperê cihê xwe girt û pêşengî ji pêşketina şoreşê re kir. Çi çalakiyên zanîngehê û grevên karkeran, çi jî têkoşîna girseyî û di berxwedanên zindanê li dijî faşîzmê meşa xwe ya şoreşgeriyê domand. Di Serhildana Gezî/Hezîran de bi aktif cih girt ku ji bo têkoşîna şoreşgeriyê ya Tirkiye-Bakurê Kurdistanê xwedî cihekî giring e û bi miyonan têde cih girt. Pêşengî kir û kolanên taksîmê ji faşîzmê re teng kir.

Hevrê Ûlaş di heman demê de bi berpirsyariya têkoşîna enternasyonal re tevgeriya. Feryadên mirinê yên bawerî û netewên bindest di dil û hişê xwe de hîs kir û li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên hov li çeperê herî pêş ê şer cihê xwe girt. Li herêmên parastinê yên medyayê gavên giring avêt û pratik raber kirin. Di damezrandina Tevgera me, Tevgera ŞOreşa Yekbuyî ya Gelan (HBDH) de berpirsyari girt ser xwe û bû yek ji fermandarên me yên pêşeng. Hevrê Ûlaş sekneke şoreşgeriyê ya giring ji me re weke mîrate hişt.

Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin ku şer lê dijware. Herêma me û cîhan ji aliyê dewletên emperyalist û aktorên wan ên li herêmê ve, tê veguherandina gola xwînê. Fatûraya kriz û kaosê mîna hertim li karker, kedkar û gelan tê birîn. Divê em berxwedanê li kolan û çeperên pêş mezin bikin û bi şoreşgeriya milîtaniyê bi ser dijmin de biçin. Divê em tam li vir sekna şoreşgeriya fedayî ya hevrêyên xwe yên nemir ji xwe re bikin mînak.

Divê em sekna şoreşgeriyê nemiran ji xwe re esas bigirin û têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. Dilsoziya bi dîrok, mîrate û hevrêyên nemir, vê yekê dixwaze. Gelek rêyên vê serketinê jî mîna hevrê Ûlaş divê em bi perspektifa têkoşîna şoreşa yekbûyî hemû çeperên berxwedanê yên li dijî dijmin binirxînin û xwe rêxistin bikin.

Em car din dubare dikin ku em ê di şexsê Fermandar Ûlaş de zanebûna şer a hemû hevrêyên nemir di nava xwe de bihewînin û bi rengekî ku bibin layiqê wan ber bi serketinê ve bimeşin. Em di salvegera 8’emîn a şehadeta Fermandar Ûlaş Bayraktaroglû de wî bi rêzdarî û hesret bi bîr tînin. Em car din eşkere dikin ku em ê îdealên wî ji cihê mayî bidomînin.”