Artêşa Iraqê dor li Fellûceyê girtiye
Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo derxistina bajarê Fellûce ji destê DAIŞ'ê gihaşt qonaxeke girîng. Bajar ji aliyê artêşê ve hatiye dorpêçkirin.
Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo derxistina bajarê Fellûce ji destê DAIŞ'ê gihaşt qonaxeke girîng. Bajar ji aliyê artêşê ve hatiye dorpêçkirin.
Di roja 5. a operasyona ji aliyê artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên dildar ve tê meşandin de, dor bi temamî li bajêr hatiye girtin. Hêzên artêşê nêzî bajêr dibin.
Fermandarê operasyonê Îsmaîl Mihlawî daxuyaniyek da çapemeniyê û hêzên wan ên li nêzî Çemê Firatê ji aliyê başûr ve, yên li bajarokê Segriye ji aliyê rojhilat, yên li aliyê Xaldiyeyê ji rojava û polîsên federal û hêzên dildar jî ji aliyê bakur ve bi pêş de diçin.
'100 ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN'
Mihlawî di dewama daxuyaniya xwe de ragihand, heta niha bi qasî 100 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û 18 maşîn hatine rûxandin. Îsmaîl Mihlawî diyar kir, 5 tunelên ji aliyê çeteyan ve ji bo çûn û hatinê û êrîşê dihatin bikaranîn, hatine rûxandin. Mihlawî da xuyakirin, eşîrên Sûnî yên di nava hêzên dildar de cih digirin, bi roleke girîng radibin.