Ji partiyên Danîmarkayî protestoya ‘AKP/Qesrê’
Partiyên çepgir ên li Danîmarkayê, ji bo protestokirina derbeya AKP/Qesrê, tevlî mîtîngê bûn. Partiyan ji ber biryarê daxwaza şermezarkirina dewleta Tirk kirin.
Partiyên çepgir ên li Danîmarkayê, ji bo protestokirina derbeya AKP/Qesrê, tevlî mîtîngê bûn. Partiyan ji ber biryarê daxwaza şermezarkirina dewleta Tirk kirin.
Partiyên çepgir ên Danîmarkayî, derbeya AKP/Qesrê ya li dijî HDP’ê û siyaseta demokratîk li paytextê protesto kirin.
Enhedslîsten, Partiya Alternatîvet û Partiya Gel a Sosyalîst duh li Qada Şaredariya Kopenhangê tevlî mîtînga di pêşengiya HDP Danîmarka û Meclîsa Gel a Demokratîk a Danîmarkayê bûn.
Di mîtîngê de Søren Søndergaard (Enhedslisten), Ulla Sandbæk (Alternativet), Pia Olsen Dyhr (Seroka Partiya Gel a Sosyalîst) û Lars Aslan Rasmussen (Sosyal Demokrat) axivîn.
Di axaftinan de li ser girîngiya pişgiriya bi Kurdan re hate rawestandin. Axaftvanan diyar kirin ku ji ber karesata ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan welat ber bi dibe bi fikar in.
DAXWAZA ŞERMEZARKIRINÊ
Partiyên çep, daxwaza şermezarkirina dewleta Tirk jî kirin û têkîldarî biryara derbeyê banga civîna lezgîn li Wezîrê Karên Derve ya Danîmarkayê kirin.
Tê payîn ku ev daxwaza şermezarkirina Tirkiyeyê bi hejmerak gelekî zêde îro bê qebûlkirin. Di bin daxwazê de ev îmze hene: "Nikolaj Villumsen (Enhedslisten) , Jeppe Bruus (Sosyal Demokrat) , Claus Kvist Hansen (Partiya Gel a Danîmarkayê) , Michael Aastrup Jensen (Venstre) , Mette Bock (Liberal Alliance) , Rasmus Nordqvist (Alternativet) , Martin Lidegaard (Radikale Venstre) , Holger K. Nielsen (Partiya Gel a Sosyalîst) , Naser Khader (Konservative)."