Hovîtiya AKP'ê li Stûttgartê hat şermezarkirin

Li bajarê Elmanya Stûttgartê endamên Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad û çep ên Elman (AntîFa) li dijî wehşeta AKP'ê meşiyan.

Êrîşên wehşî yên çeteyên Qesrê yên li Nisêbîn û Şirnexê, ji aliyê ciwanên Kurd û komên çep ên Elman ve bi meşekê hatin şermezarkirin. Ciwan duh êvarê saet di 20:00 de li meydana Schloss a Stûttgartê li hev civiyan, dirûşme qîriyan û berxwedana gel silav kirin. Bi qasî 120 kesên beşdarî meşê bûn, li dijî şer û tinekirina topyekûn a çeteyên AKP'ê li ser gelê Kurd ferz dikin, dengê xwe bilind kirin.

Ciwanan dirûşmên tolhildanê qîriyan û pankarta bi nivîsa Erdogan + DAIŞ = Teror, Berxwedan ne terorîzm e" vekirin. Ciwan di nava bajêr de meşiyan û xwe gihandin meydana Rotebuhl. Li vir jî daxuyaniyek hat dayîn û faşîzma AKP'ê hat şermezarkirin.

Piştî daxuyaniyê, çalakiya ciwanan li meydana Rotebuhl qediya.

...