7. Rojên Fîlmên Kurd a Hambûrgê bi 'Sara' destpê kir

Di destpêka 7. Rojên Fîlmên Kurd a Hambûrgê de, ewilî belgesela li ser jiyana şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz a bi navê 'Sara-Jiyana min her şer bû' hat nîşandan.

Piştî nîşandana fîlm a li sînemaya Savoy, ji çêkeran Bîrcan Delal Yildiz axivî û diyar ir, di kesayetiya Sakîne Cansiz de dilsoziya bi jiyanê ve, derdikeve pêş. Yildiz da xuyakirin, ku wan li gorî sê pirtûkên Cansiz di Gulana 2013'an de dest bi kişandina fîlm kirine û di 27'ê Mijdara 2015'an de qedandine. Yildiz diyar kir, belgesel heta niha heft caran li çalakiyên çandî û festîvalan ên li welatên cîhanê hat nîşandan.

Festîvala îsal diyarî endamê YXK'ê Mehtî Yildiz ê di 18'ê Gulana 2016'an de ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, hat kirin.

Bernameya festîvalê êvarê bi stranên Ozan Irmak dewam kir.

Festîval her wiha bi desteka madî ya gelek saziyên weke Navenda Jinê Nûjiyan, YXK Hambûrg, ÎSKÛ (Navedan Agahdarkirinê ya Kurdistanê) û AGÎJ (Federasyona ciwanan a navbera çandan) tê lidarxistin. Hatineyên festîvalê wê ji gelê li Bakur re bên şandin.

Di bernameya îro ya festîvalê de wê fîlmê bi navê "Klama Dayika Min / Song of My Mother) a jia liyê Erol Mîntas ve di sala 2014'an de li Tirkiye, Fransa û Elmanyayê hatiye kişandin, saet di 18:00 de li salona 3001 a Sternschanze bê nîşandan.

Agahiyên berfireh ji vê lînkê dikarin bên peydakirin:

http://kurdischefilmtage.blogspot.de/

...