Bi hezaran kes ji bo Nisêbînê daketin kolanan
Li gelek bajarên Ewropayê, bi hezaran kes li dijî hewldana komkujiyê ya dewleta Tirk li Nisêbînê dike, daketin qadan.
Li gelek bajarên Ewropayê, bi hezaran kes li dijî hewldana komkujiyê ya dewleta Tirk li Nisêbînê dike, daketin qadan.
Li gelek bajarên Ewropayê, bi hezaran kes li dijî hewldana komkujiyê ya dewleta Tirk li Nisêbînê dike, daketin qadan.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina bêdengiya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk û ji bo silavkirina berxwedêran mîtîngek hat lidarxistin.
Mîtîng li meydana Stephanplatzê pêk û bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li Nisêbîn, Şirnex û hemû bajarên Kurdistanê hat şermezarkirin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vir axaftin hat kirin û hat gotin, "Temaşekirina li bombekirina Kurdistanê, li talankirina çand û dîrokê, li qetilkirina gelê me û koçberkirina bi zorê, hevpariya vî sûcê li dijî mirovahiyê ye."
HAMBÛRG
Ji bo li Nisêbînê komkujiyeke nû rû nede, li bajarê Elmanya Hambûrgê mîtîngek hat lidarxistin.
Mîtîng li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li pêşiya stasyona trenê pêk hat. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç li vir axivî û bibîr xist, ku Nisêbîn bi balafirên şer tê bombekirin. Koç ji bo komkujiyên nû rû nede, bang li raya giştî kir ku bala xwe li ser herêmê be. Mîtîng bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Nisêbînê" qediya.
HANNOVER
Kurdistaniyên li Hannoverê dijîn, li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û çalakiya xwedîderketina li Nisêbînê lidar xistin. Kurdistaniyan rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezarkirin.
Çalakî li ser banga NAV-DEM, Ciwanên Azad, Jinên Ciwanên Azad, YJK-E pêk hat û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana YPS'ê", "Bijî berxwedana Nisêbînê" hatin qîrîn. Bi sedan kesên beşdarî çalakiyê bûn, hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadtê, bi sedan kesên li meydana Lûîsenê li hev civiyan, piştgirî dan Nisêbînê. Çalakgeran polîtîkayên qirêj ên artêşên AKP/Qesrê şermezar kirin û dirûşma "Nisêbîn ne bi tenê ye" qîriyan.
MARSÎLYA
Li Marsîlyayê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê û protestokirina helwesta Ewropayê bi taybetî ya Elmanyayê, bi pêşengiya Ciwanên Azad çalakiyek hat lidarxistin. Ciwanan deriyê li pêşiya Konsolosxaneyê şikandin û dirûşmên li dijî AKP/Qesrê qîriyan. Di çalakiyê de ciwanan bi heyetek ji konsolosxaneyê re hevdîtin kirin. Çalakî heta derengiya şevê dewam kir.
STOCKHOLM
Operasyonên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê û darbeya li hemberî HDP'ê, li paytexta Swêd Stockholmê duh êvarê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.
Komek ji Kurdistaniyan duh êvarê li kolana Drottnînggatanê li pêşiya firoşgeha H&M li hev civiya û li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belavok belav kirin.
Di daxuyaniya li vir de hat ragihandin, ji bo destekkirina gelê li Bakur û HDP'ê, ew ê xwepêşandanên nû lidar bixin.