Partiya Çep a Swêdê: Dem hatiye PKK ji lîsteya 'terorê' ya YE bê derxistin
Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde destnîşan kir, ku dem hatiye PKK ji nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin.
Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde destnîşan kir, ku dem hatiye PKK ji nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê (YE) bê derxistin.
Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde da xuyakirin, ku ragirtina PKK'ê li nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' li pêşiya Yekîtiya Ewropa û Swêdê asteng e ku di pêkhatina aştiya li Tirkiyeyê de bi roleke aktîf rabin û destnîşan kir, dem hatiye PKK ji nava 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin.
Hans Lînde, ku di nava heyeta Swêdê ya tevlî Civîna Însanî ya Cîhanê ya li Stenbolê de cih girt, piştî ku vegeriya Swêdê, ji ANF'ê re axivî.
Lînde da xuyakirin, ku Tirkiye bi lez û bez ber bi rêveberiyeke otorîter ve diçe û got, "Di hevdîtin û danûstandinan de me dît, mirov ne tenê ji ber rêveçûna Tirkiyeyê di heman demê de ji ber ewlekarî û siberoja xwe jî di nava tirs û fikaran de ne. Akademîsyen ji ber mora xwe danîn binê belavoka aştiyê hatin darizandin, ji wezîfeyê hatin giritn. Niha akademîsyen di nava wê hewldanê de ne ku bêyî bê girtin çawa dikarin karekî zanistî bimeşînin."
DIVÊ SWÊD DESTEKÊ BIDE HÊZÊN JI BO AŞTIYÊ DIXEBITIN
Lînde rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê bibîr xist û got, "Eger parlamenterên HDP'yî yên bi dengên gel hatine hilbijartin ji ber sedemên siyasî werin darizandin, ev yek wê derbeke mezin li hêzên ji bo çareseriyeke aştiyane dixebitin, bixe. Me mijara çend caran xistin rojeva Paralmenta Swêdê. Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom da xuyakirin, ku ji ber qewimînên li Tirkiyeyê û rakirina destnedanê ew di nava fikarên kûr de ne û helwesta Erdogan rexne kir. Lê belê ev têrê nake. Em dixwazin Swêd destekê bide hêzên ji bo demokrasî û aştiya li Tirkiyeyê têdikoşin."
PÊWÎSTE CÎHANA DERVE JI BO SEKINANDINA ŞER HELWESTÊ NÎŞAN BIDE
Lînde da zanîn, ku ew gelek caran çûye Kurdistanê û dema wêneyên Sûrê yên berê çûbû wê derê di medyayê de dît, matmayî maye û got, "Mirov dibêje qey ev wêne li Sûriyeyê yan jî Yemenê hatiye kişandin. Lê belê ev wêne ji Tirkiyeyê ne. Herî zêde ez ji ber bêdengiya cîhana derve ya li pêşberî rewşê, matmayî dimînim. Li rojhilatê Tirkiyeyê şerekî navxweyî diqewime. Pêwîste cîhana derve ji bo sekinandina şer helwestekê nîşan bide. Divê Yekîtiya Ewropa ji bo sekinandina şer û ji nû ve destpêkirina hevdîtinan, hem bi dewleta Tirk hem jî bi PKK'ê re baxive."
HEBÛNA PKK'Ê DI NAVA LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÎST' DE, LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENGÎ YE
Lînde di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane, ragirtina PKK'ê li nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' e û ev nirxandin kir: "Yekîtiya Ewropa PKK'ê weke rêxistina terorê qebûl dike û xaliyên sor li ber lingên Serokkomar Erdogan radixe. Ev yek cotstandartî ye. Di heman demê de, ji ber ku aliyek li derve tê hiştin, Swêd û Yekîtiya Ewropa nikarin weke hêzeke ji bo aştiyê bikevin dewrê. Dewleta Tirk ragirtina PKK'ê li nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' bi kar tîne. Kirasê têkoşîna li dijî terorîzmê li polîtîkaya xwe ya şer dike."
Lînde da xuyakirin, ku dem hatiye Yekîtiya Ewropa stratejiya xwe ya li ser Tirkiyeyê biguherîne û ragihand, divê bi zimanekî zelal ji Erdogan ê bêhtir otorîter dibe bê gotin, ev yek bi vî rengî nabe. Lînde diyar kir, ji bo her du alî ji nû ve l hevdîtinên aştiyê vegere, weke şertê destpêkê divê Yekîtiya Ewropa û Swêd PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxînin.
EM Ê BÎNIN ROJEVA PARLAMENTÊ
Lînde da xuyakirin, ku ew ê ji parlamentê bixwazin rûniştineke taybet li ser rewşa li Tirkiyeyê bê lidarxistin û got, "Di heman demê de em ê pêşniyara xwe ya ji bo derxistina PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' pêşkêşî parlamentê bikin. Em amadekariya vê dikin û di nava çend mehan de em ê vê bixin rojevê. Em ê bixwazin lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bi temamî were rakirin."
Lînde da zanîn, ew ê hewl bidin partiyan îqna bikin ku bi derxistina navê PKK'ê ji nava lîsteya 'terorîst' re dikarin tevkariyê li aştiyê bikin.