Li Munîhê protesto: Bêdengî cesaretê dide AKP û Erdogan

Kurdistaniyên li Munîhê, hewldana qetlîamên li ser Nisebînê protesto kirin û bal kişandin ku bêdengî AKP/Qesrê wêrek dike.

Li bajarê Elmanya Munîhê, hewldana qetlîamên li ser Nisebînê  hate protestokirin.

Li ser bangawaziya NAV-DEM’ê  Kurdistanî herikîn kolanan û diyar kirin ku ev konsepta li Nisebînê ya AKP/Qesrê weke konseptên Cizîr, Sûr û Silopiyayê ne.

Di daxuyaniya çalakiyê de hat diyarkirin ku ev 70’ê roj in li Nisêbînê şer û berxwedan didomin û her wiha hate destnîşankirin ku bêdengiya Ewropayê, Erdogan û AKP’ê hê zêdetir di qetlîaman wêrek dike.

Di çalakiya de dirûşmeyên “Artêşa Tirk Ji Kurdistanê Bicehime”,  “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Qatîl Erdogan” û “Qatil Dewlet” hatin berzkirin.