Li dijî êrîşên qirkirinê peyamên ‘ji nû ve avakirinê’

Koma Endezyarên Welatparêz Şoreşger Demokrat, Plansazên Avahîsaz û Bajêr di Desteya Giştî ya TMMOB’ê de danezanek weşandin, destnîşan kirin ku li Kurdistanê li dijî êrîşên qirkirinê wê xebatên ji nû ve avakirinê bidomînin.

44. Desteya Giştî ya Asayî ya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) di roja 2’yemîn de li Navenda Çandê ya Kocatepeyê didome. Koma Endezyarên Welatparêz Şoreşger Demokrat, Plansazên Avahîsaz û Bajêr di ketina salonê de pêşendanek wêneyan a ku hilweşîna ji aliyê dewleta Tirk li Kurdistanê pêk hatiye vekirin. Di Desteya Giştî de danezanek bi sernivîsa “An Azadî An Neman…” jî hate weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di rewşa heyî de em bi dijminê herî mezin ê heqîqetê û herî hiqûqnenas, herî hev, herî rêgeznenas re hevrû ne.”

‘EM NE BI TENÊ NE; EM JI NÛ VE AVA BIKIN’

Di danezanê de peyam hate dayîn ku wê wek endezyar, avahîsaz û plansazên bajaran xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê bidomînin, wiha dewam kir: “Em bi tenê serê xwe jî bimînin, em ê vê pergala zilmê qebûl nekin û berpirsiyariyê xwe bi cih bînin. Û em dizanin ku em ne bi tenê ne; em li vê salonê û derve bi mîlyonan in.”