Li Wûppertal û Ûlmê çalakiyên 'dest nede vîna mîn'
Rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li bajaên Elmanya Wûppertal û Ûlmê hat şermezarkirin.
Rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li bajaên Elmanya Wûppertal û Ûlmê hat şermezarkirin.
Rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li bajaên Elmanya Wûppertal û Ûlmê hat şermezarkirin.
Meşa ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin, li pêş Cîty Arkadenê bi tevlîbûneke girseyî pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Wûppertalê Savci Azar axivî.
Azar bal kişand ser rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî û operasyonên li Bakurê Kurdistanê û got, "Bi rakirina destnedana parlamenteran re hewl diidn vîna gelekî tine bikin. Dema mijar Kurd be, her sê partiyên li meclîsê dibin yek û li dijî gelê Kurd projeya tinekirinê ya topyekûn xistin meriyetê. Heman şerê li Kurdistanê dimeşîni, hewl didin li Ewropayê jî bixin meriyetê. Li her derê hewl ddin provokasyonan çêbikin. Em bi awayekî bang li gelê xwe dikin: li her devera em lê dijîn, em ê li ber xwe bidin, têbikoşin û rê nedin van çeteyan. Ji ber ku em gel in. Gelê Kurd wedî partî û rêberekî ye. Kes nikare vîna gelê Kurd bişikîne."
Piştî axaftina Azar girseya gel i ber sirûd û stranên berxwedanê meşiya. Piştî meşê girseya gel careke din li Cîty Arkadenê vegeriya û dawî li çalakiya xwe anî.
ÛLM
Li Ûlmê, li dijî rakirina destnedana parlametnerên HDP'ê, ji aliyê Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Hewldana Meclîsa HDK-Ûlmê mîtîngek lidar xistin.
Mîtîng li navenda bajêr bi dirûşma "Kes nikare HDP'ê bêdeng bike" pêk hat û li ser navê saziyan Medenî Sonmez axivî. Sonmez diyar kir, parlamenterên HDP'ê nûnerên gel in û işaret bi bêdengiya Ewropayê ya li hemberî vê êrîşa antî demokratîk kir. Sonmez got, "Li dijî rakirina destnedanê û êrîşan, em hemû HDP'yî ne."
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.