'Kiryarê komkujiya Pirsûsê desthilatdariya AKP'ê ye'

Hevserokê SGDF'ê Yuzgeç belgeyên li ser komkujiya Pirsûsê nirxand û got, "Belge, tiştên ev 10 meh in em dibêjin, piştast dikin. Kiryarê vê komkujiyê desthilatdariya AKP/Qesrê ye. Dem ew dem e ku em têkoşîna edaletê veguherînin têkoşîna mîlyonan."

Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ogûz Yuzgeç, ku ji bo tevlî karê ji nû ve avakirina Kobanê bibin bi rê ketibûn, lê bûn hedefa DAIŞ'ê, belgeyên li ser komkujiya li Pirsûsê nirxand.

Yuzgeç ku ew bi xwe jî di hovîtiya li Pirsûsê de birîndar bû, da xuyakirin, ku belgeyên ketin dosya dozê ya Midûrê Emniyetê yê Berê yê Pirsûsê Mehmet Yapalial, tespîta wan a "Komkujî ji aliyê hevkariya AKP/Qesr-DAIŞ'ê ve hatiye kirin" ku ev 10 meh in bilêv dikin, piştrast kirine. Yuzgeç got, "Di têkoşîna xwe ya edaletê ya 10 meh in dimeşîne de me timî Qesr weke berpirsyarê komkujiyê nîşan dan. Belgeyan nîşan dan ku hem em hem jî mirovên edaletê dixwazin çiqasî mafdar in."

Yuzgeç bibîr xist, ku li ser êrîşkarê bombeya zindî îxbar hebû, lê li şûna li hemberî êrîşa bombeyî tedbîrê bigirin, li hemberî wan tedbîr hatine girtin û got, "Xuya ye AKP/Qesr/Polîsan, ji bo pêşî li piştgiriya SGDF a ji bo Kobanê bigirin, ji berê ve ev komkujî plan kirine. Belgeyên derketine holê, aliyê ser rûyê avê yê çiyayê qeşayê ye. Eger biryara nepenîtiyê ya li ser dosya Pirsûsê rabe, em bawer in wê gelek belgeyên din jî derkevin holê."

Yuzgeç diyar kir, eger têkoşîna edaletê bê mezinkirin, wê kiryar bê ceza nemînin û anî ziman, ku weke SGDF'ê wan kampanya bi navê "Ji bo Pirsûsê edalet. Ji bo her kesî edalet" dane destpêkirin.

Yuzgeç da zanîn ku belgeyên derketine holê, girîngiya 4 daxwazên kampanyayê zêdetir kiriye û got, "Daxwaza me ya yekemîn, rakirina biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê. Ya duyemîn, em dixwazin hemû kiryar werin darizandin. Niha bi tenê li hemberî Midûrê Emniyetê yê Navçeyê doz hatiye vekirin. Lê belê berpirsyarê yekane ne ew tenê ye. Di serî de Qesr, ji hemû yekîneyên polîsan heta walîtî û qeymeqamtiyê divê hemû berpirsyar werin darizandin. Daxwaza me ya dawî jî; têkiliya navbera komkujiya Pirsûsê, komkujiya Enqereyê û komkujiyên din werin lêkolînkirin. Eger ev têkilî bê lêkolînkirin, wê ji êrîşa bombeyî ya 5'ê Hezîranê ya li Amedê heta komkujiya Enqereyê, hemû komkujî werin ronîkirin."

Yuzgeç diyar kir, kampanya "Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin" veguheriye kampanya mîlyonan û got, "Îro jî 'edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî' wê bibe têkoşîna bi mîlyonan. Em ê van daxwazên xwe timî bilêv bikin û têkoşîna xwe bidomînin."