'Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de 283 hezar kes mirin'
Li gorî rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê, di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de, 283 hezar kes di nava 5 salan de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê, di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de, 283 hezar kes di nava 5 salan de jiyana xwe ji dest dane.
Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê, rapora nû ya çavdêrên mafên mirovan a li ser Suriyeyê bi awayekî nivîskî eşkere kir.
Di raporê de tê gotin, li Suriyeyê di nava 5 salên dawî de 283 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ji van 81 hezar û 436 kes sivîl in, 10 hezar û 40 kes zarok, 9 hezar û 106 kes jin in.
Ji kesên hatine kuştin 48 hezar û 568 kes endamên komên çete û muxalefetê, 47 hezar û 95 kes jî kesên ji derve hatine Suriyeyê û tevlî komên çete bûne ne.
Her wiha 56 hezar û 609 kes leşkerên rejîmê û yên din jî kesên ku ji bo rejîmê şer dikin in.
Hate gotin ku ev dane yên heta dawiya Adara 2016'an e.