Parlamenta Danîmarkayê, li ser banga partiyên çep (Enhedslîsten, SF û Alternatîvet) ên komên wan li parlamentê hene, li dijî "qanûna darbeyê" ya AKP/Qesrê li hemberî HDP'ê kir, rûniştinek pêk anî. Di encama rûniştinê de, Tirkiye ji ber vê qanûnê bi tundî hat rexnekirin û hat destnîşankirin, ku ji bo hikûmet bi PKK'ê re ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike, divê zext lê bê kirin.
VÎLLÛMSEN: WÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ KÛRTIR BIKE
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Enhedslîstenê Nîkolaj Vîllûmsen piştî vê rûniştinê nêrînên xwe bilêv kir û destnîşan kir, ku divê Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê vê biryara parlamentê bibîne û mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê û Meclîsa Nûneran a Daîmî ya Ewropayê.
Vîllûmsen da xuyakirin, ku rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, dikare rê li ber dijwarbûna şerê navxweyî yê li Kurdistanê veke, bibe sedema mirina bi deh hezaran mirovan û koçberbûna bi sed hezaran mirovan.
Vîllûmsen got, "Em nikarin li şûna xwe rûnên û van êrîşên li hemberî mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve werin."
LÎDEGAARD: CIHÊ FIKARAN E
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Radîkale Venstre Martîn Lîdegaard jî da xuyakirin, ku rewşa li Tirkiyeyê diqewime cihê fikaran e û got, "Ya ku min kêfxweş dike ew e; parlamenta me biryar girtiye ku hikûmeta Danîmarka li nava Yekîtiya Ewropayê zextê li Tirkiyeyê bike."
METNA HEVPAR
Metna hevpar a li parlamentê hat qebûlkirin jî bi vî rengî ye:
"Parlamenta Danîmarkayê, biryara biryara Parlamenta Tirkiyeyê ya li ser rakirina destnedana parlamenterên têkildarî wan doz hene, bi mixabîniyê pêşwazî dike û bang li hikûmeta Danîmarkayê dike ku mijarê bişopîne û eger pêwîstî pê hebe li Yekîtiya Ewropa û Nûnerên Daîmî yên Yekîtiya Ewropayê mijarê bîne ber Tirkiyeyê.
Nîkolaj Vîllumsen (EL) , Jeppe Brûûs (S) , Claûs Kvist Hansen (DF) , Michael Aastrup Jensen (V) , Mette Bock (LA) , Rasmûs Nordqvist (ALT) , Martîn Lîdegaard (RV) , Holger K. Nîelsen (SF) , Naser Khader (KF)."