Ji bo Onder li warê wî Semsûrê şîn hate danîn

Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li warê wî Semsûrê şîn hate danîn. Qasî 3 rojan wê sersaxî bên qebûlkirin.

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Onder û partiya wî li bajarê wî Semsûrê şîn danî. Şîn, li Taxa Karapinarê hate danîn. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, wekîlên DEM Partiyê, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, rêxistinên DBP’ê yên bajar û navçeyan û gelek saziyên li bajar tevlî şînê bûn. Şîn dê sê rojan bidome.

Şîn, ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Li cihê şînê wêneyên Onder hatin daliqandin. Her wiha lênûsa bîranînê danîn ser maseyê. Şîn dê bi şev heta saet 20.00’ê bidome.