BI DÎMEN

Onder li Berlînê hat bibîranîn

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyekê hat bibîranîn. Bîranîn li lokala Cemaeta Dersimê hat lidarxistin.

Di bîranîna ku bi moderatoriya Mehtap Erol pêk hat de Nûnerê DEM Partî ya Elmanyayê Leyla Îmret bi Elmanî û Siyasetmedar Faysal Sariyilsiz jî bi Kurdî axivîn.

Piştî axaftinan peyama Rêber Apo ya ji bo Sirri Sureyya Onder hat xwendin û sînevîzyona li ser jiyana Onder hat pêşandan.

Siyasetmedar Îdrîs Baluken, Gokay Akbulut û Jan van Aken, rojnamevan Hayko Bagdar û Can Dundar û hunermend Ferhat Tûnç jî tevlî bîranînê bûn.

Beşdaran bîranînên xwe yên têkildarî Sirri Sureya Onder û hestên xwe parve kirin.

Piştî çalakiyê serdana abîdeya Tertelêyê hat kirin ku ji bo bîranîna qirkirina ku di salên 1937-1938’an de li Dersimê pêk hat, li Berlînê hat vekirin.