Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Osloyê semînera li ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê

Nivîskar-rojnamevanê Norwêcî Erlîng Folkvord çû Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi rêveberên KCK'yî û Rojavayî re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe li Osloyê bi semînerekê vegot.

Folkvord da xuyakirin, ku di navbera AKP û Barzanî de peymaneke veşartî ya bi navê "Peymana 50 salan" hatiye morkirin û destnîşan kir, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêşketina Başûr û Rojavayê Kurdistanê Barzanî ye.

Erlîng Folkvord diyar kir, bi peyman "50 salan" a navbera AKP û malbata Barzanî re, petrola Kurdistanê pêşkêşî AKP'ê û Tirkiyeyê hatiye kirin. Folkvord da zanîn, ev peyman di heman demê de Başûrê Kurdistanê ji her halî ve bi Tirkiyeyê ve girê dide û işaret bi têkiliya xurt a Barzanî ya bi Tirkiyeyê re kir.

Ji beşdarên semînerê aktîvîstê Hewlêrî Andam Aso mafê axaftinê wergirt û xwest li ser vê mijarê baxife. Aso got, "Tirkiye û AKP hewl dide 'lîderekî' li ser gelê Kurd ferz bike. Mesûd Barzanî û sîstemek xwe dispêre malbatekê li ser Kurdan ferz dikin. Ev yek ji bo Kurdan bêqîmet e. Sîstemeke Kurdan a alternatîf heye, ew jî 'Konfederalîzma Demokratîk' e."

Erlîng Folkvord her wiha çavdêriyên xwe yên li ser perwerde, tenduristî, jiyana ciavkî û ewlekariya li Rojava jî vegot. Folkvord da zanîn, sîstema li Rojava li ser kar e, li Rojhilata Navîn bêhempa ye û ji bo gelên li herêmê jî hêviyek e. Folkvord diyar kir, bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re, ku Kurd pêşengiyê ji vê re dikin, di demeke kurt de pêşketinên gelekî mezin bi dest ketine. Folkvord bibîr xist, ku vê hêzê xwe nêzî 'paytext'a DAIŞ'ê Reqqayê kiriye. Folkvord anî ziman, li Rojava her ziman, ol û nîjad di nava rêveberiyê de tên temsîlkirin û destnîşan kir, jin di hemû qedemeyên civakê de bi rengekî aktîf û xurt hene. Folkvord her wiha diyar kir, li Rojava bi zimanê Kurdî û zimanên din perwerde tê kirin.

Semînera saet di 17:00 de li fûara pirtûkan a Eldorado destpê kir, bi qasî 3 saetan dewam kir. Semîner ji aliyê rêxistinbûyîna ciwanên Kurd a li Norwêcê Ciwanên-Kurd (UNG-KURD) ve hat organîzekirin.