Demîrtaş: Tirkiyeyek yek qenal heye û di hemûyan de jî Erdogan qîr dike

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di mîtînga li ber Parlamentoya Bern a Swîsreyê de axivî, diyar kir ku Erdogan ji ser penaberan bazirganiya mirovan dike.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di mîtînga li ber Parlamentoya Bern a Swîsreyê axivî, diyar kir ku Erdogan ji ser penaberan bazirganiya mirovan dike, got Ewropayê jî pîvanên xwe avêtine aliyekî. Demîrtaş bal kişand zextên li ser medyayê jî, got: “Dema televîzyon destpêkê çêbûn, TRT hebû. Ti qenalên din nînbû. Niha jî heman pêvajoye heye. Di tevahî qenalan de Erdogan dike qîrewîr. Zext li ser çapemeniya mûxalîf hene.”

Li ber Avahiya Parlamentoya Federal a Swîsreyê ji aliyê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Swîsreyê û Navenda Mafên Mirovan a Kurd ve bi navê ‘Li Tirkiyeyê Aştî û Demokrasî’ mîtîngek hate lidarxistin. Nûnerên Partiya Sosyalîst, Keskan, gelek partiyê siyasî, rêxistinên civaka demokratîk, sazî û dezgehan tevlî mîtîngê bûn.

Li qada mîtîngê ku tedbîrên zêde yên ewlehiyê hatibûn girtin, pankarta “Erdogan, tê bê darizandin” hate daliqandin, dirûşmeyên li dijî Erdogan hatin berzkirin, di serî de Cizîr, Sûr û Nisêbîn, qetlîamên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Parlamenterê Parlamentoya Federal ê Partiya Sosyalîst û di heman demê Hevserokê Koma Dostaniya Kurdan Calo Sommarûga bi Kurdî gel silav kir, diyar kir ku ji bûyerên li Tirkiyeyê bi fikar in, got: “Mafên Akademîsyenan, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevanan tê îxlalkirin. Lê, pîvana esasî ya demokrasiyan ew e ku divê mûxalefet karibe mûxalefeta xwe pêk bîne.” Sommarûga ji ber têkoşîna bi ‘dîktatoriya Erdogan’ re spasiyên xwe ji bo HDP’ê kir, diyar kir ku çareseriya Kurd bi têkoşîna demokratîk re mimkûn e, got: “Di serî de Cizîr û Sûr, em bi malbatên kesên ku ji aliyê leşkeran hatine qetilkirin û şewitandin re û dîsa ji malbatên ku li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer dikin re hestên xwe yên piştevaniyê radigihînin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş anî ziman ku îro li Tirkiyeyê bi taybet li ser Qesrê ewrên reş digerin, got: “Lê bila ev me nexapîne. Li pişt wan ewran tavek germ û sorikî heye. Ewr wê xwe bide kêlekê û roj wê me tevahiya germ bike. Ew roj nêz in.” Demîrtaş di axaftina xwe de Erdogan şiband Dehaq ê ku mejiyên ciwanan dixwe, destnîşan kir ku li hember vê li qadan bi hezaran Kawa û berxwedêr hene.

Demîrtaş bi lêv kir ku rexmî heta dawiyê bîatî Erdogan dikir jî dîsa Ahmet Davûtoglû bê nirx kir, got: “Ji bo xwe bide hezkirin tenê teqle navêtibû, serokwezîrekî ji emir dernediket. Lê, we dît çi kir. Yê ev li Davûtoglû kir, ma çi bi serê me de nayne? Li Cizîr, Silopiya, Geziyê hate dîtin, bê çiqasî zalim e. Dema mijar hat li berjewendî, desthilatdariya wî ket, bi çendan caran nîşanî me de bê dikare çiqasî dîn û har be. Ji van hezkiriyên dîktatay zalim ti sîstem, rejîm namîne. Tenê vê navekî wek pêvajoya Erdogan bimîne.” Demîrtaş bi bîr xist ku keştiya avê digere destpêkê mişk jê direwin, got: “Wê ev li AKP’ê jî çêbibe. Niha kun di keştiyê de vebûne û avê digire. Demek nêz hûn ê bibînin bê mişkên li derdora keştiya AKP’ê çawa direvin. Dema ev keştî noq bû jî, em naxwazin di wê keştiyê de gelên bindest hebin. Bila ew di keştiya bi ewle ya HDP’ê de bin.”

Demîrtaş zextên li ser çapemeniyê jî wiha nirxand: “Dema televîzyon destpêkê çêbûn, TRT hebû. Ti qenalên din nînbû. Niha jî heman pêvajoye heye. Di tevahî qenalan de Erdogan dike qîrewîr. Di vê împaratoriya tirsê de sûc û gunehên medyayê jî hene. Zext li ser çapemeniya mûxalîf hene.” Demîrtaş bang li ciwanan kir ku medyaya civakî bi kar bînin û bi her zimanî xwe bigihînin gel.

Demîrtaş ragihand ku Erdogan 2 mîlyon penaberên ji Sûriyeyê wek koz bi kar tîne, got: “Wan wek amûrekî tehdît û şantajê li dijî Ewropa bi kar tîne. Bi vê ve jî têr nabe hewl dide li herêmên Elewiyan bi cih bike û Elewiyan bide koçkirin. Penaber ji bo wî amûr in. Bi çavên mirovan li wan nanêre. Dibêje ez ê çawa 2 mîlyon penaberan bi kar bînim. Bi Ewropa re bazara vê li ser peran dike. Wek bazara koleyan a ji serdema navîn, li ser firotina mirovan bazar tê kirin. Serokwezîr jî dibêje bazara Kayseriyê û bi vê ve pesna dide.”

Demîrtaş têkîldarî mijara destlênedanan jî axivî, destnîşan kir ku pişgiriya gel ji wan destlênedana herî mezin e. Demîrtaş anî ziman ku yê destlênedana wî nîne Erdogan ê bi 500 parêzkarî re digere ye, got: “Em ji bo her cure berxwedanê amade ne. Em ê ji gotinên xwe venekşin. Me çawa li parlamentoyê, qadan nûnertiya we kir, em li dadgehê jî wisa temsîl bikin. Em ê li wir jî emanetên we biparêzin.” Piştî axaftinê, welatiyan kulîlk dan Demîrtaş.

Piştre Hevseroka Kantona Zurîchê ya Partiya Sosyalîst Tebekka Wyler axivî, bi bîr xist ku Zurich û Amed şaredariyên xwişk û bira ne, destnîşan kir ku di her mijarê de her du bajar dikarin gelek tiştan bidin hev, diyar kir ku wê piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re bidomînin.