Aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bikin!
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û parêzer Eren Keskîn bang li dewleta Tirk kirin, ku derhal aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bike.
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û parêzer Eren Keskîn bang li dewleta Tirk kirin, ku derhal aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bike.
Tevî ku Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter hatiye binçavkirin jî, dewleta Tirk li ser aqûbeta wî ti daxuyaniyê nade. Nerazîbûnên li hemberî vê yekê zêde dibin. Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û parêzer Eren Keskîn ji ANF'ê re axivîn û bang li rayedaran kirin, ku derhal daxuyaniyekê bidin.
'ŞEREKÎ BÊ PÎVAN TÊ KIRIN'
Rêveberê DBP'ê yê Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ê di 27'ê Gulanê de li Şirnexê hat binçavkirin û ev agahî ji aliyê polîsên tîmên taybet ve di medya civakî de hat parvekirin, ev 9 roj in agahî jê nayê girtin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, ji bo eşkerekirina aqûbeta Kulter serî li saziyên neteweyî û navneteweyî da û ji hikûmet û dewletê xwest derhal eşkere bike bê Kulter li ku ye. Turkdogan diyar kir, di vê mijarê de ew timî ji rayedarên fermî re dinivîsînin, lê heta niha bersiveke têrker ji wan re nehatiye dayîn û got, "Em hêvîdar in wê Hûrşît Kulter bi saxî derkeve holê. Lê belê eger tiştek hatibe serê wî, em dixwazin yên ev kirine bên lêpirsîn, darizandin û cezakirin." Turkdogan destnîşan kir ku li holê şerekî bêpîvan heye û anî ziman, di vî şerî de peymanên Cenevreyê tine tê hesibandin, mafên mirovan tên binpêkirin û dadgerî bi temamî li derve hatiye hiştin. Turkdogan bibîr xist, ku di hesabên twîtterê de hatiye ragihandin ku Kulter hatiye binçavkirin û bang li dozgeran kir, ku bi erka xwe rabin. Turkdogan got, "Li holê, binpekirineke mezin a hiqûqê heye û em dixwazin ev binpêkirin derhal bi dawî bibe."
'EV BÊDENGÎ DIBE SEDEM KU DEWLET BI HÊSANÎ GUNEHAN BIKE'
Parêzvana mafên mirovan parêzer Eren Keskîn a bi salan ji bo eşkerebûna aqûbeta mirovên di salên 1990'î de hatin binçavkirin têkoşiya, da xuyakirin ku encamên lihevkirina AKP û kontrayên Qesrê îro xwe didin der.
Keskîn diyar kir, tevî ku îfadeyên şahidan ên li ser binçavkirina Kulter hene jî, dewlet vê yekê red dike û destnîşan kir, ku ev nêzîkatiya dewletê nîşaneya dewamkirina polîtîkaya windakirina di binê çavan de ya salên 90'î ye.
Keskîn bibîr xist, ku cenazeyê hevalê nêz ê Hûrşît Kulter Haci Lokman Bîrlîk ji aliyê leşkerên Tirk ve bi rengekî wehşî bi erdê re hatiye kaşkirin û got, "Ew jî polîtîkayeke salên 1990'î bû. Niha jî Kulter hat windakirin. Ev hemû nîşan didin ku tiştek neguheriye, polîtîkayên şerê qirêj ên dewletê dewam dike."
Keskîn da xuyakirin, ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî vê rewşê, cihê fikaran e û got, "Eger di vê demê de saziyên navneteweyî li dijî şîdeta hat kirin biketa nava hewldanan, dewlet nikarîbû ewçend bi hêsanî tevbigeriya." Keskîn nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî jî da û got, "Mixabin bûyerên li aliyekî vê erdnîgariyê diqewime, ne xema aliyê din e. Ji ber vê bêdengiyê, dewlet ewçend bi hêsanî gunehan dike."