‘Tirkiye deriyê sînorê xwe li penaberan venake'’
Rêxistina Doktorên Sînornenas da xuyakirin ku 100 hezar sivîl mabeyna çeteyên DAIŞ’ê û sînorên Tirkiyeyê de asê mane.
Rêxistina Doktorên Sînornenas da xuyakirin ku 100 hezar sivîl mabeyna çeteyên DAIŞ’ê û sînorên Tirkiyeyê de asê mane.
Rêxistina Doktorên Sînornenas da xuyakirin ku ji ber DAIŞ nêzî du bajarên stratejîk Azez û Helbê bûne, 100 hezar sivîl mabeyna vê qada şer û sînorên Tirkiyeyê de ‘ketine feqê’.
Rêxistina Doktorên Sînornenas, gelek nexweşên li Nexweşxaneya al-Salamah tehliye kir. Rêveberê rêxistinê Pablo Marxo got ji ber rewşa sivîlên di navbera sînorê Tirkiyeyê û qadên şer de bi fikar in. Marco diyar kir ku ti cihên ku mirov karibe bireve nemaye, got: “Bi mehan bû qadên şer 7 kîlometreyan dûrî jiyangehan bûn, niha ev heta 3 kîlometreyan hat. Ji ber vê jî mirov ti cihên ku birevin nabînin.”
Rojnamevan Maamoûn ji AFP’ê re got ku çeteyên DAIŞ’ê rêya stratejîk a navbera Azez û Marê qut kiriye, ragihand ku rewş dibe trajedî û nêzî 15 hezar kesên li Marê niha dorpêçkirî ne.
Tirkiye jî birîndarên giran jî tê de ji tevahî pênaberên Sûriyeyî re sînorên xwe girtine. Lêkolînvanê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Gerry Sîmpson, got ku heta niha Tirkiyeyê 2 mîlyon û nîv penaberên Sûriyeyî derbas kirine, lê ev nabe hincet ku Tirkiye deriyê xwe li Sûriyeyên di bin xetereyê de bigire.