Demîrtaş: We çawa li ber xwe da, em ê jî serî netewînin
Demîrtaş di mîtînga hevdîtina gel a li Edeneyê de axivî, got: “We çawa bi wêrektî li ber xwe da û serî netewand, em ê jî serî netewînin. Teslîmbûyin dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê.”
Demîrtaş di mîtînga hevdîtina gel a li Edeneyê de axivî, got: “We çawa bi wêrektî li ber xwe da û serî netewand, em ê jî serî netewînin. Teslîmbûyin dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê.”
Tevî hemû astengiyên polîsên Tirk jî, HDP bi gel re civiyan. Di hevdîtinê de Demîrtaş got; “We çawa bi wêrektî li ber xwe da û serî netewand, em ê jî serî netewînin. Teslîmbûyin dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê.”
Li Edeneyê “Li dijî derbeyê hevdîtina gel a demokratîk” hate lidarxistin. Li vir Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç, peyamên girîng dan. Di mîtîngê de destpêkê Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç axivî, got: “Edene li aştiyê, wekheviyê, îrade û siberoja xwe xwedî derdikeve. Jixwe ji vî wêneyî ditirsin. Ji ber ku bi hezaran kes wê di dîmenekî bigihêjin hev. Em çûn gelek bajarên Kurdistanê. Tevî hemû qetlîam û zextan jî, wek îro li Edeneyê, tevî hemû zextan jî xwedî li îradeya xwe derketin.”
Piştre Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî, bi bîr xist ku êdî ti tiştek ji siyasiyên digotin em ê gelê Kurd biqedînin nemaye. Guven anî ziman ku tevî hemû zext û qetlîaman jî gelê Kurd serî netewandiye, got: “Em di rojên zor re dibuhirin. 3 partiyan bi hev re hewl dan îradeya me derxin derveyî Meclîsê. Êdî pêvajo ne pêvajoya berê ye. Gelê Kurd, îrade, ziman û paşeroja xwe dixwaze. Em ê serê xwe li ber van netewînin. Em ê bi serbilindî têkoşîna xwe bidomînin.”
Demîrtaş jî diyar kir ku li dijî hemû zilm û êrîşan gel li ber xwe daye û vê berxwedanê silav dike, îfade kir ku rixmî mîtîng hate qedexekirin jî gel tevahî qad tijî kiriye û wê derewa Qesrê derxe holê, got: “Gelê Edeneyê ji sibehê ve li dijî zilma Qesrê li ber xwe dide. Dibêje ku gel ne li pey wan e. Lê, bila bibîne gel li dijî hemû zext û tundiyê li vir e.”
Demîrtaş ji Erdogan re got: “Eger tu bi xwe bawer dikî ka were meydanê. Dema tu mîtîngekê li dar dixî tu tevahî kedkar, karkeran bi zorê tîne mîtîngê. Cilên sivîl li polîsan dikin, rengê gel didinê. Tevî vê jî tu nikarî girseyek wek a me kom bikî. Ji ber vê tu hevdîtina me ya bi gel re asteng dikî. Bikaranîna gazan ve tu nikarî agirê di dilê mirovan de bitemirînî.”
Demîrtaş destnîşan kir ku tevî hemû qedexeyan jî wê li kolanan bin, got: “Ji ber ku qad ne malê bavê Serokkomar e. Her li kû derê zilm hebe em ê li wir li ber xwe bidin. Eger Qesrê dibêje gel min aniye vir, ev gel dizane wî bikşîne jî. Ti dîktatorekî zalim heta dawiyê namîne.”
Demîrtaş li ser destlênedana jî rawestiya, wiha dewam kir: “Heta wekîlekî me jî bimîne em ê serî li ber vê siyaseta wan a hov netewînin. Hûn çawa bi wêrektî li ber xwe didin û serî natewînin, em ê jî serî netewînin. Gel bûye kabûsê wan. Zilma wan bêserûber e. Li her qadê Tirkiyeyê hêrsek gelekî mezin heye. Welat tijî kiriye. Hevalên ciwan çîroka lehengiya vê demê nivîsîn. Mal, xanî, mulk tên, lê rûmet nayê. Ez ji bo berxwedana we ya îro we hemûyan silav dikim. Hûn baş dizanin hûn ê çawa biçin serkeftinê. Teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê.”
Piştî axaftina Demîrtaş, dema gel belav dibû polîs dîsa êrîşî gel kirin. Girseyê li dijî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê xwe parastin, bi kevir û bendan ketin berxwedanê. Dema êrîşa polîsan de ji ber kapsula bombeya gazê li linga ket, Haci Şeyhmûz Înal ê 65 salî birîndar bû. Hate hînbûn ku rewşa Înal ê rakirin nexweşxaneyek taybet baş e, şer li nav kolanan didome.