Yuksekdag: HDP, çeperek demokratîk e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag li Îzmîrê di mîtînga “Li dijî derbeyê hevdîtina siyaseta demokratîk” de axivî û got, “HDP’e, çeperek demokratîk e ku ji gelê me yê ji çar aliyan re sêwantiyê dike.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag li Îzmîrê di mîtînga “Li dijî derbeyê hevdîtina siyaseta demokratîk” de axivî û got, “HDP’e, çeperek demokratîk e ku ji gelê me yê ji çar aliyan re sêwantiyê dike. Ev êrîşkariya faşîzan vê çepera nexist. Wê îro jî nikaribe bixe.”

Mîtînga “Li dijî derbeyê hevdîtina siyaseta demokratîk” ya ku wê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê û Meclîsa HDK’ê ya Bajêr wê li Qada Gundogdû li dar bixista, ji ber qedexeya walîtiyê, li ber avahiya HDP’ê ya bajêr hate lidarxistin. Tevî bi dehan TOMA û wesayîtên zirxî yên akrep qad dorpêç kiribûn jî, bi sedan kes li ber avahiya bajêr li hev civiyan. Polîsên qad dorpêçkirî, bi anonsan hewl da gel belav bike. Tevî anonsê jî gel ji ber avahiya bajêr veneqetiya, dirûşmeyên “Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil” û “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin” qîr kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga ku li gel Hevberdevkê HDK’ê Ertûgrûl Kurkçu, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan bi sedan kes beşdar bûn de axivî, bi bîr xist ku 15 roj in bi navê hevdîtinên siyaseta demokratîk bi gel re dicivin, got yekane armanca wan pêşîgirtina derbeyê ye. Yuksekdag bal kişand ser dorpêça polîsan, diyar kir ku ji ber tirsa gel û heq, ji bo ewlehiya Qesrê vê pêk tînin.

Yuksekdag got, “Em di bin çi dorpêçên zalim de jî bin, em ê ji soz û cewherê xwe venegerin” û li dijî kesên ku ji bo şkandina îradeya jiyana hevpar a gelan dixebitin jî got: “Em jî hene em jî. Gelên me yên ji Îzmîrê heta Amedê li ber xwe didin hene.”

Yuksekdag destnîşan kir ku wê kes nikaribe li hember yekgirtina gelan bibe asteng, wiha dewam kir: “HDP’e, çeperek demokratîk e ku ji gelê me yê ji çar aliyan re sêwantiyê dike. Ev êrîşkariya faşîzan vê çepera nexist. Wê îro jî nikaribe bixe.”

Yuksekdag bi lêv kir ku wê li hember faşîzmê li ber xwe bidin û wiha pê de çû: “Partiya desthilatdariyê bi awayekî bêsînor dizî û nelirêtiyan dike, lê HDP’e nikare li ber partiya xwe bi hilbijêrên xwe re bicive. Ev faşîzm e. Em gel in, mûçeyên polîsan jî, hêza dewletê jî ji keda me ji xwêdana met ê. Em ê vê hêzê radestî zîhniyetên faşîst nekin. Me lenet li faşîzmê anî, em lê tînin. Me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin.”

Dema axaftinên Yuksekdag de, polîsan bi hinceta dirûşmeyan her tim hişyariya destwerdanê li girseyê kirin, ji ber trafîkê jî wê hevdîtina gel li salona konferansê ya li avahiya bajêr dewam bike.