Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li dijî sûcên AKP/Qesrê yên şer serlêdana UCM’ê

Saziya Malbatên Şehîd û Windahiyan a Kurdistanê (KOMAW), ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê îro serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) da.

Saziya Malbatên Şehîd û Windahiyan a Kurdistanê (KOMAW), ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê îro serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) da.

Nûnerên KOMAW’ê di serî de Cizîr û Sûr, qetlîamên dewleta Tirk li Kurdistanê pêk anîne ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re ragihand, ji bo der heqê Tayyîp Erdogan, Ahmet Davûtoglû, Hûlûsî Akar û Efkan Ala de lêpirsîn destpê bike, dosya radestî dadgeha li bajarê Den Haag ê Hollandayê kirin.

Endamên KOMAW’ê di çalakiya xwe ya li ber deriyê dadgehê de diyar kirin ku berpirsên qetlîamên li Kurdistanê eşkere ne û divê ev bêne darizandin.

KAHRAMAN: EM Ê XWEDÎ LI DOZA XWE DERKEVIN

Di çalakiyê de Hevseroka KOMAW’ê Şengê Kahraman axivî, got wê di her platformê de têkoşîna xwe bidomînin. Kahraman wiha axivî: “Îro me dest bi doza yekem kir. Em ê dosyayê radestî hundir bikin. Ji niha û şûn de dema dozê destpê kir jî em ê bên dadgehê. Em ê heta dawî xwedî li doza xwe derkevin.”

KEMALÎZADE: QÊRÎNÊN KUDAR BIBÎHÎZIN

Hevserokê berê yê KNK’ê Tahîr Kemalîzade jî got: “Em qêrînên xwe digihînin cîhanê. Em mafdar in. Em ê ji welat û bajarên xwe neqerin.”

Kemalîzade herî dawî ev gotin: “Rastî li ber çavên cîhanê diqewimin. Erdogan zilmê li Kurdan dike û cîhan vê dibîne. Daxwaza me ji dewletên cîhanê ev e; destpêkê van mirinan rawestînin. Bila Dadgeha Navneteweyî qêrînên Kurdan bibîhîze.”