Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Daxwaza tehliyeyê ya Omer Guney hate redkirin

Daxwaza tehliyeya bimerc a Omer Guney ku sûcdarê qetlîamê 9’ê Çileya 2013’an a Parîsê ye, nehat qebûlkirin.

Daxwaza tehliyeya bimerc a Omer Guney ku sûcdarê qetlîamê 9’ê Çileya 2013’an a Parîsê ye, nehat qebûlkirin. Heyeta Dadgehê bi bîr xist ku Guney hewldanên wî yên ji girtîgehê revê çêbûne, bal kişand ku tehliye rîskek mezin e, ji ber dema pêvajoya hevdîtinên aştiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd 3 jinên şoreşger hedef girtiye, bi vê ve wijdanê raya giştî birîn kiriye, pêvajoya aştiyê sabote kiriye, ev daxwaz red kir.

Sûcdarê Qetlîamê Parîsê Omer Guney, bi hinceta “pirsgirêkên tenduristiyê” tehliyeya bimerc xwestibû, ev hate redkirin.

Dadgehê got rewşa tenduristiya Guney giran dibe, lê dikare li girtîgehê jî bê dermankirin, hewldana wî ya revê jî bi bîr xist û daxwaz qebûl nekir.

Heyeta Dadgehê her wiha diyar kir ku bi qetlîama li Parîssê ve Guney 3 şoreşgerên jin ên Kurd kirine hedef û wijdanê raya gelemperî birîn kiriye, li ser hinceta xwe ya redkirinê jî hewldana wî ya sabotekirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê zêde kir.

Guney ê bi rêya vîdeo-konferansê tevlî rûniştinê bû jî, diyar kir ku 2 xwişkên wî li Tirkiyeyê doktor in, daxwaza tehliyeya bimerc kir.

Dadgehê, biryar da ku têkîldarî rewşa Guney ji nû ve raporek were.