Li Dêrazorê êrîşî noqteya kontrolê hate kirin
Li Dêrazorê li dijî noqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşeke çekdarî pêk hat.
Li Dêrazorê li dijî noqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşeke çekdarî pêk hat.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku îro xaleke kontrolê ya li bajarokê Hewayic Zîban ê li gundewarê Dêrazorê ji hêla 2 kesên nenas ve ku li motorsiklêtê siwar bûbûn, rastî êrîşeke çekdarî hat. Çekdaran gule li noqteya kontrolê barandin û reviyan. Lê tu birîndarî di nava endamên hêzan de çênebûn.
Navendê diyar kir ku ev êrîş, di çarçoveya rêzeêrîşên terorane ku şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê bi armanca tevliheviya ewlehî û îstîqrara li herêmê de, pêk tên.
Li gorî navendê, komeke şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê şeva berê jî êrişî nuqteyeke hêzên ewlehiyê li bajarokê Zîban kir û hêzan bersiv da êrîşê.