‘Ji bo faşîzma AKP-DAIŞ’ê ti rê nemaye’

ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk ji bo terora dewletê ya li Kurdistanê protesto bike, piştgiriyê bide berxwedana Teroyan û 3. salvegera berxwedana Geziyê bi bîr bîne, li Kolnê meş li dar xist.

ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk ji bo terora dewletê ya li Kurdistanê protesto bike, piştgiriyê bide berxwedana Teroyan û 3. salvegera berxwedana Geziyê bi bîr bîne, li Kolnê meş li dar xist.

Tevî barana zêde jî nêzî 200 Kurdistanî û Tirkiyeyî tevlî meşa li Qada Ebertplatzê bûn. TJK-E, Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê, Ciwanên Azad û gelek rêxistinên çep ên Tirkiyeyî piştgirî dan meşê.

Tevî barana zêde jî girse bi pankarta 'Ji bo faşîzma AKP-DAIŞ’ê ti rê nemaye' meşiya, dirûşmeyên ‘Kujerê Zarokan Erdogan’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil’ berz kirin.

Komekê jî pankarta wêneyên kesên ku di berxwedana Geziyê de ji aliyê polîsên Tirk hatine qetilkirin li ser e vekirin, kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Komê dirûşmeya ‘her der Taksîm, Her Der Berxwedan’ qîr kir.

Dema meşê, komek biçûk a nîjadperestên Tirk bi nîşaneya gurê gewr hewl da provaksyonekê bafirîne. Polîs kete navberê û koma nîjadperest belav kir.

Piştî meşa saetekê, girse gihişt Qada Neûmarktê, li vir ji bo kesên di berxwedanên Kurdistan û Geziyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz girtin.

Di axaftinên kurt ên mîtîngê de AKP/Qesr hatin şermezarkirin, bang li raya giştî hate kirin ku li hember terora dewletê ya li Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.