ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji Med Nûçeyê ji bo Geverê kampanya
Televîzyona Med Nûçe ya ji Ewropayê ji bo Geverê ya ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate hilweşandin weşanê dike, dest bi kampanyaya piştgiriyê kir. Di weşana zindî de ji bo Geverê hem “malbatên xwişk û bira” hem jî alîkariyên madî tên komkirin. -
Li DYE’yê êrîşa bi xwîn: 50 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama êrîşa li dijî klûba LGBT’î ya bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. Polîsan ragihandin ku êrîşkar hatine kuştin. -
Li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan jinan belavok belav kirin
Li paytexta Swêd Stockholmê komek jinên Kurd ên endamên Meclîsa Jinan a Amarayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart vekirin, belavok belav kirin. -
Fermandar Faysal Ebû Leyla li Stockholmê hate bibîranîn
Fermandarê Tabûra Şem El-Şemal û endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Faysal Ebû Leyla ku di dema destpêkirina operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Swêd Stockholmê bi aktivîteyekê hate bibîranîn. -
Artêşa Iraqê ya ku kete bajêr ber bi navendê ve diçe
Artêşa Iraqê ya ku kete Felûceyê ber bi navenda bajêr ve diçe. -
2 gund ji DAIŞ’ê hatin girtin, 25 çete hatin kuştin
Artêşa Iraqê, 2 gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. 25 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 4 wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî jî hatin îmhakirin. -
Cenazeyê Yazar ji bo were veşartin ber bi Rihayê ve hat şandin
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar ê ji ber kansera pişikê jiyana xwe ji dest da, ji bo were veşartin ber bi Rihayê ve hat şandin. -
Li Nantesê xwarina fitarê hat dayîn
Li Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer a li bajarê Fransa Nantesê, bi wesîleya meha Remezanê ev 3 sal in xwarina fitarê tê dayîn. -
Yuksekdag: Dixwestin me têk bibin, lê planên wan têk çûn
Festîvala Çandê ya Dersîmê ya li Ewropayê qediya. Yuksekdag di axaftina xwe ya li qada festîvalê de diyar kir, tevî hemû êrîşên giran ên qirkirinê jî, AKP/Qesr wê nikaribin gelê Kurd teslîm bigirin. -
Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar, ji ber kansera pişikê li nexweşxaneya Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Yazar wê li Rihayê were veşartin. -
KCDK-E kongreya xwe lidar xist
KCDK-E di navbera 9-10'ê Hezîranê de kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Şemse Gulu û Yuksel Koç weke hevserok hatin hilbijartin. -
Li Goteborgê çalakiya "dest nede vîna min"
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, rêxistinên Kurdistanî û Swêdî roja Şemiyê bi şiyara "Erdogan bes li dijî Kurdan şer bike-Em bi HDP'ê re ne" çalakiyek pêk anîn û êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kirin. -
Li Dragûîgnanê ji bo gerîlayên HPG'ê Kaya serdanên sersaxiyê
Ji bo gerîlayê HPG'ê Orhan Kaya (Kawa Kop) ê di 27'ê Gulana 2016'an de li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Fransa Dragûîgnanê serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin. -
Li Bremenhavenê meş, li Hîldesheîmê konê agahdarkirinê
Polîtîkayên komkujiyê yên hikûmeta AKP li Kurdistanê dimeşîne û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li bajarên Bremenhaven û Hîldesheîmê yên li Elmanyayê hatin şermezarkirin. -
'Em fitrên xwe bişînin herêmên berxwedanê'
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli got, divê fitrên îsal ji herêmên berxwedanê re werin şandin û destnîşan kir, dijderketina li zilma AKP'ê erka her Misilmanî ye. -
Serokê Şîî Sadr: Ji bo Remezanê em navberê didinê, piştre bi milyonan dakevin qadan
Serokê Şîî yê Iraqê Sadr, bang li aliyan kir ku di meha Remezanê de xwepêşandanan nekin û got: “Piştî Remezanê bi beşdariya milyonan ji bo xwepêşandanan amade bin.” -
Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
3 kesên ku piştî çalakiya li Veznecîler a Stenbolê ku duh TAK’ê li xwe girt, hatibûn binçavkirin û ji bo girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, hatin girtin û şandin girtîgehê. -
Li Girtîgeha Şakranê 15 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
13 girtiyên li Girtîgeha Şakranê ku piştî hatin derbkirin dest bi gireva birçîbûnê kiribûn di roja 14’emîn de çalakiya xwe dewam dikin. 15 girtiyên din jî beşdarî çalakiyê bûn. -
Li Danîmarkayê panel û xwarina fitarê
Li Danîmarkayê Komeleya Kurd a Albertslûnd û Civaka Îslam a Kurdistanê bi wesîlaya meha Remezanê hevpar xwarina fitarê dan û bi mijara “Li gel pirsgirêka Kurd perspektîfên Îslamî” panelek hate lidarxistin. -
Di Kongreya Mezin a TTB’ê de li dijî qetlîaman banga yekîtiyê
67. Kongreya Mezin a TTB’ê di roja duyemîn de didome. Li dijî êrîşên qirker ên li Kurdistanê nerazîbûn derketin pêş, ji bo têkoşînek yekbûyî ya aştiyê bang hate kirin. -
Ebû Leyla li Sydneyê hate bibîranîn
Faysal Ebû Leyla, li Sydneyê bi aktivîteyekê hate bibîranîn. -
Bi beşdarbûna hezaran kesan Festîvala Dersîm a Ewropayê destpê kir
Li Frankfûrtê Festîvala Çandê ya Dersîmê destpê kir. Di festîvalê de bertek li hember qetlîamên AKP’ê hatin nîşandan. Wê di festîvalê de Yuksekdag jî baxive. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiyên xwe yên îro de li aqûbeta rêveberê DBP'ê yê Şirnexê hûrşît Kulter pirsîn. Dayikan ji rayedaran gotin, "Bersiveke rast bidin pirsa me." -
Li Şamê êrîşên bombeyî: 9 mirî, 13 birîndar
Li bajarokê Seyyîde Zeynep ê paytexta Sûriye Şamê, ku piraniya şêniyên wê Şîa ne du êrîşên xwekujî hat kirin. Di encama van êrîşan de yek jê bi wesayîta bombebakirî hat kirin, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn. -
Qanûna 'zirxa destnedanê' ya leşkeriyê, radestî Civata Giştî ya Meclîsê hat kirin
Pêşnûme qanûna li ser 'zirxa destnedanê' ya ji bo leşkeran hat amadekirin û bi tifaqa AKP, CHP û MHP'ê li komîsyonê hat qebûlkirin, radestî Civata Giştî ya Meclîsê hat kirin. Hikûmet hejmara çeteyên Qesrê yên li Kurdistanê dike 40 hezar.