Li Swêdê desteka ji bo DBP û HDP'ê
Ji şandeya Swêdê ya çû Enqereyê û bi rêveberên DBP'ê re hevdîtin kir Anna Margareth Lîvh û Naîle Aras, çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê ji ANF'ê re vegotin.
Ji şandeya Swêdê ya çû Enqereyê û bi rêveberên DBP'ê re hevdîtin kir Anna Margareth Lîvh û Naîle Aras, çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê ji ANF'ê re vegotin.
227 rêveberên şaredariyên li herêmên cuda yên Swêdê, ji bo piştgiriyê bidin şaredarên hatine girtin û ji wezîfeyê hatine dûrxistin daxuyaniyeke hevpar dan. Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, bi rêya pêşnûme pirsekê mijara rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê xist rojeva Parlamenta Swêdê.
4 rêveberên şaredariyê, ku pêşengî ji destpêkirina kampanya îmzeyan a ji bo destekkirina şaredariyên DBP'yî kirin, beriya çend rojan li Enqereyê civîneke çapemeniyê lidar xistin û dan xuyakirin, ku ew bi şaredarên Kurd re ne. Heyetê bi rêveberên DBP'yî re hevdîtin kir.
Di daxuyaniya hevpar a ji mora 227 rêveberên şaredariyan de hat ragihandin, piştî ku AKP'ê ji nû ve berê xwe da polîtîkaya şer, li bajarên Kurdan bi sedan sivîl hatine qetilkirin, 16 şaredar hatine girtin û 23 ji wan jî ji wezîfeyê hatine girtin.
Rêveberên şaredariyên Swêdê yên mora xwe danîn binê bangawaziyê dixwazin, hempîşeyên wan derhal serbest bên berdan, dorpêçiya li bajarên Kurdan û şer bên rawestandin û agirbest were rakirin.
Ji Partiya Çep Ann Margareth Lîvh da xuyakirin, ku di serdana li Tirkiyeyê de wan daxwaza hevdîtinê li rayedarên Tirk jî kirine, lê belê bersiveke neyînî ji vê daxwaza wan re hatiye dayîn. Margareth Lîvh da zanîn, ku ji ber vê yekê wan metna xwe ya bangawaziyê bi rêya postanê şandine û hêvîdar in wê rayedarên Tirk bersivekê bidin wan.
Lîvh diyar kir, di dema serdana Tirkiyeyê de ew gelek tiştên beriya niha pê nizanîbû hîn bûye û anî ziman, hikûmeta Tirk ji bo şaredarên girtiye îzole bike, şandiye bajarên dûrî cihê lê diman, hevdîtina wan a bi xizmên xwe re qedexe kir û nerazîbûn nîşanî vê helwesta AKP'ê da.
Lîvh got, "Ev yek rengekî îşkenceyê ye" û xwest, îzolasyon derhal bê rakirin.
DIXWAZIN NASNAME Û DÎROKA KURDAN TINE BIKIN
Lîvh ragihand, dewleta Tirk bi şewitandin û xerakirina bajarên Kurdan ve dixwaze nasname û dîroka Kurdan tien bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ez gelek caran çûm Kurdistanê. Min dît ku dewleta Tirk gav bi gav ji lihevkirinê dûrd ikeve û bêhtir zalim dibe. Ev mirovan dêşîne. Ya ku herî zêde min matmayî dihêle jî; ev şer û qirkirin nakeve rojeva welatên Ewropayê."
Lîvh da xuyakirin, ku bêdengiya Ewropayê cihê şermê ye û got, "Girtina nûnerên gel, rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî, ne kêmî darbeya dewletê ya li Brezîlyayê ye. Ev hemû nîşaneyên dîktatoriyê ne."
EM DIXWAZIN KAMPANYAYÊ LI WELATÊN SKANDÎNAVYAYÊ BELAV BIKIN
Lîvh diyar kir, ew dixwazin kampanya ji bo destekkirina şaredariyên DBP'yî li Swêdê dane destpêkirin, li Norwêc, Danîmarka û Fînlandiyayê jî bidomînin û ji bo vê jî ew ê bi şaredarên li van welatan re têkiliyê deynin.
Naîle Aras jî bi eşkerekirina hejmarên şênber, hewldana hikûmeta AKP'ê ya ji bo tesfiyekirina şaredariyên DBP'yî raxist pêş çavan.
Aras bibîr xist, li 106 bajar, navçe û bajarokan şaredarî di destê DBP'ê de ne û got, "35 hevşaredar hatin girtin û hin ji van hatin berdan. 21 ji wan hînê girtî ne. 35 hevşaredar bi zorê ji wezîfeyê hatin girtin. Ji 1150 rêveberên DBP'ê bi tenê 15 azad in. 95 jî li girtîgehan tên ragirtin. DBP'ê ji ber vê yekê neçar ma li Enqereyê kongreyeke nû pêk bîne."
Aras da xuyakirin, ku DBP û HDP ji aliyê AKP û partiyên din ên li mûxalefetê ve tê tecrîdkirin û anî ziman, ew ê desteka xwe ya ji bo DBP û HDP'ê zêde bikin.
KAKABAVEH: RAKIRINA DESTNEDANA PARLAMENTERÊN HDP'Ê NE YA QEBÛLKIRINÊ YE
Ji Partiya Çep Amîneh Kakabaveh jî duh bi rengekî nivîskî pêşnûme pirsek pêşkêşî Parlamenta Swêdê kir û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê xist rojevê. Kakabavej ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî; ji bo pûçkirina biryara Parlamenta Tirk ew ê çi bikin?
Kakabaveh işaret bi kiryarên dîktatoriyê yên Erdogan û AKP'ê kir û destnîşan kir, ku rakirina destnedana parlamenternên HDP'ê ne ya qebûlkirinê ye. Kakabaveh ji hikûmeta Swêdê xwest, li hemberî êrîşên li dijî HDP'ê û Kurdan helwesteke zelal nîşan bide.