Derbarê 26 CHP’iyan de îdîaname hate amadekirin

Derbarê 26 kesên ku di nava wan de Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Çelik jî heye, îdianame hate amadekirin û 15 sal û 6 meh cezayê hepsê ji wan re tê xwestin.

Di çarçoveya lêpirsîna bûyerên ku di 31’ê Çileya 2025’an de li ber Dadgeha Stenbolê qewimîn de îdîaname hate amadekirin.

Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk ji bo dayina îfadeya ku di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hatibû vekirin de çûbû dadgehê  û li wir bûyer qewimî bû. Ji ber vê bûyerê derbarê Çelîk û gelek rêveber û endamên CHP’ê îdîaname hate amadekirin.

Ozgur Çelîk, birayê wî yê mezin Ozkan Çelîk, Alîkarê Serokê CHP'ê yê Stenbolê Alî Kocakaya, Serokê Baskê Ciwanan Erdem Kara, Alîkarê wî Ozan Temûrlenk, Şêwirmendê Sekreterê Bajêr Yilmaz Boyraz, Serokê CHP’ê yê Sultangaziyê Kemal Avseren, Serokê CHP’ê yê Maltepeyê Kenan Otlû, Endamê Meclisa Şaredariya Maltepeyê Yusuf Alperen Yurdudeven, Endamê Meclisa Şaredariya Esenyurtê Canali Tan û Serokê Baskê Ciwanan ê Kartalê Kazim Caner Boz weke gumanbar di îdîanameyê de cih girtin.

Di îdîanameyê de tawanbariyên weke “Li dijî pêkanîna erkê li ber xwe dan", “Bi awayekî bêçek beşdarî çalakî û xwepêşandana dijqanûnê bûne û tevî hişyariyan ji hev belav nebûn", “Birîndarkirina bi qestî” û “Zirardayîna milkê giştî”cih digirin. Ji bo bersûcan ji 3 sal û 7 mehan heta 15 sal û 6 mehan cezayê hepsê tê xwestin.