Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re hevdîtin kirin û ji komîseriyê xwestin, têkildarî 'komkujiyên' li Cizîr, Silopiya, Sûr û tevahiya Kurdistanê bikeve nava tevgerê. Dîrektorê Hevkariya Teknîk û operasyonên Herêmên Ewropa, Amerîka û Asya Navîn Gîannî Magazzenî diyar kir, ew mijarê ji nêz ve dişopînin û xwest, şahid, agahî û belgeyan bigihînin wan.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li ser vexwendina Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Swîsreyê hat vî welatî, tevî Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû, bi Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parlamenteran a Navneteweyî (IPU) Martîn Chûngong re rûniştin. Di hevdîtinê de mijarên; rakirina destnedana parlamenteriyê, bûyerên şîdetê yên li Kurdistanê, helwesta welatên Ewropayê ya di krîza penaberiyê de û rêyên çareseriyê hatin nirxandin. Demîrtaş di vê hevdîtinê de ragihand, ji bo pêkhatina aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê, pêwîste parlamenter û nûnerên Ewropî bi roleke hîn çalak rabin.
Demîrtaş û heyeta pê re dûre bi Dîrektorê Hevkariya Teknîk û operasyonên Herêmên Ewropa, Amerîka û Asya Navîn a Neteweyên Yekbûyî Gîannî Magazzenî hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de, kuştina mirovan û hilweşandina bajaran ên ji ber operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê rû dan, ji Magazzenî re hat ragihandin. Demîrtaş da zanîn, li ser komkujiyên hatine kirin gelek agahî û belge li ber destê wan hene û anî ziman, ji bo lêpirsîneke xurt û encamgir bê kirin, ew amade ne bi rayedarên NY re bi her awayî hevkariyê bikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî diyar kir, ew bi xwe şahidê komkujiya li Şirnexê ye û eger jê bê xwestin ew dikare wêne, dîmen û vegotinên şahidan ên bi wî re hene, parve bike. Magazzenî jî da xuyakirin, ku hemû agahî û belgeyên li ser mijarê gelekî girîng in û got, eger ev bigihêjin ber destê wan, ew ê karibin karekî hin bi bandor bimeşînin.
Piştî vê hevdîtinê Sariyildiz û Dorû bi rayedarên Xaça Sor re rûniştin û ji bo çareserkirina mexdûriyetên li Kurdistanê yên ji ber operasyonên leşkerî rû dan, ji Xaça Sor xwestin bi roleke çalak rabe.