Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî
BI DÎMEN

Demîrtaş: Em ê li dadgehan bêjin ‘darizandinê nas nakin’

Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku wê li dadgehan parastinê nekin, got: “Em ê bêjin vê daraza bi talîmata Erdogan em qebûl nakin. Em ê ne bereet ne jî tehliyeyê bixwazin. Çi dikin bila bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Swîsreyê ku li ser daweta Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Swîsreyê hat, li Parlamentoya Federal civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Parlamenê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevserokên Koma Dostaniya Kurdan û di heman demê parlamenterên Parlamentoya Federal Carlo Sommarûga û Sibel Aslan û Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyup Dorû amade bûn.

Demîrtaş got li ser daweta Koma Dostaniya Kurdan ji bo hin hevdîtinan hatiye Swîsreyê, diyar kir ku destlênedanên wekîlên HDP’î hatine rakirin û bi lêpirsînên bê bingehên hiqûqî re hevrû tên, got di vê mijarê de divê piştevaniya navneteweyî pêş bikeve. Demîrtaş bal kişand ku li Tirkiyeyê bajarên Kurdan tên xerakirin û şewitandin, mirov têne qetilkirin, rojnamevan, xwendevan û tevahî beşên mûxalîf tên darizandin û girtin, got: “Têkîldarî vê mijarê ji bilî beşên mûxalîf, em li Ewropayê ti dengî, rexneyekê nabihîzin. Ji ber krîza penaberan ji nedîtî ve tên. Lê, divê neyê jibîrkirin, ev rewşê hê dixe zorê. Sibehê bi mîlyonan penaberan xwe da derî hûn ê çi bikin?”

Demîrtaş têkîldarî rakirina destlênedanan û dozên hatine vekirin jî axivî, ev anîn ziman: “Em ê li dadgehan jî ti tiştî nebêjin. Em ê bêjin vê daraza bi talîmata Erdogan em qebûl nakin. Em ê ne bereet ne jî tehliyeyê bixwazin. Em ê bêjin derbeya Erdogan e. Çi dikin bila bikin.”

JI BO ERMENIYAN SED SALAN RAWESTIYAN WÊ JI BO KURDAN JÎ WISA BIKIN

Demîrtaş bersiv da pirsa têkîldarî qanûna Qirkirina Ermeniyan a li Parlamentoya Elman, got: “Ev ne tiştekî li dijî Tirkiyeyê. Biryareke ku sed sal e dereng maye. Îro li ser Kurdan jî qetlîam hene. Elmanya piştî sed salan der heqê vê de biryarekê bigire jî bê fêde ye. Merkel çendan caran hate Tirkiyeyê. Lê, wek ti tiştek naqewime tevgeriya. Sibehê 10 mîlyon penaber were wê çi bike?”