Robert Prevost ê Emerîkî wekî papayê nû hate hilbijartin

Piştî wefata Papa Francis, Kardînalê DYE’yê Robert Prevost wekî papayê nû hat hilbijartin.

Kardînal Robert Prevost ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wekî papayê nû hat hilbijartin û di dîrokê bû yekem papayê Emerîkî. Prevost, wekî Papa Leo XIV. Leo hate binavkirin.

133 kardînalên li 69 welatên pênc parzemînan ji bo hilbijatina papa dengê xwe bikaranîn. Ji bo ku yek ji wan wekî papayê bê hilbijatin hewceye ji 3 paran parekî dengan werbigire. Îro piştî nîvro ji ser Şapela Sistine dûmana spî bilind bû û ev jî nîşana hilbijartina papayekî nû ye.

Prevost ê ku bû papayê 267’emîn ê Dêra Katolîk a Romayê, li ser şaneşîna St. Peter Bazîlîkayayê axaftina xwe ya yekem kir û banga aştiyê kir. Prevost di axaftina xwe de pesnê Papa Francis da.

ROBERT PREVOST KÎ YE?

Prevost ê 69 salî ye ji Chicagoyê ye û rêberekî bi tecrîbe yê cîhanî ye. Wî piraniya jiyana xwe li Emerîkaya Başûr wekî mîsyoner derbas kir û li Perûyê wekî pîskopos xebitî. Herî dawî li ofîseke Vatîkanê pêşengtiya tayînkirina keşîşan kir. Tê payîn ku wê reformên Papa Francis pêş bixe.