Bi berxwedanê gihiştin qada mîtîngê

Li Edeneyê çend kêlî beriya mîtînga HDP’ê, polîsan êrîşî gel kirin. Tevî hemû êrîşan jî gel kete qada mîtîngê.

 Wê bi beşdariya Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve li Dûriyana Karasû ya Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhan a Edeneyê mîtîngek bihata lidarxistin, lê polîsan berî ku mîtîng destpê bike, êrîşî girseyê kirin. Qada mîtîngê ji hêla bi dehan TOMA û wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin. Bi hezaran welatî, li ber Nûnertiya Taxa Firatê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Wê Zext Me Bêzar Nekin" û "Bijî Berxwedana Meclisê" berz kirin, di dema meşê de polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk û ava şid êrîşî girseyê kirin. Girseyê li hemberî êrîşa polîsan bend danîn û ketin xweparastinê. Li ser berxwedana girseyê polîs neçar man ji taxê vekişin.

Girse bi stran û govendê li benda hatina Demîrtaş in. Tê payîn ku Demîrtaş di saet 16.00'an de li qada mîtîngê bi gel re bicive.