Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Êrîşên çeteyên Qesrê li Norwêcê hatin şermezarkirin

Ciwanên Kurd ên li Osloyê (UngKurd), ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li Kurdistanê dikin, li ber Parlamenta Norwêcê çalakiyek lidar xistin.

Ciwanên Kurd ên li Osloyê (UngKurd), ji bo balê bikişînin ser êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê li Kurdistanê dikin, li ber Parlamenta Norwêcê çalakiyek lidar xistin.

Ciwanan berdilkên spî yên boyaxa sor li ser bûn li xwe kirin û xwe li ber parlamentê dirêj kirin. Di axaftina li vê derê ya li ser navê çalakgeran de êrîş hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de ciwanan pankarta bi nivîsa "Em pêşî li polîtîkayên komkujiyê yên li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan tê kirin bigirin" vekirin û li kolana Karl Johanê dirûşmên "Kujer Erdogan", "Ji Ocalan re azadî", "Ji Kurdistanê re azadî" qîriyan. Norwêciyan jî bi lêdana li çepikan, destek dan ciwanan.

Ciwanan her wiha li ser mijarê gelek belavok belav kirin.

...