Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

HDP'ê nerazîbûn nîşanî biryara DDB da: Em ê serî li DMME bidin

Meral Daniş Beştaş a HDP'yî nerazîbûneke tund nîşanî biryara 'destnedanê' ya DDB da û diyar kir, biryar bi fermana Qesr û hikûmetê hatiye dayîn. Beştaş da xuyakirin, ku ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Endama Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsê, parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) a redkirina serlêdana partiya wan a ji bo betalkirina 'rakirina destnedanê', ji ANF'ê re nirxan.d

'QESRÊ Û WEZÎRÊ EDALETÊ MUDAXLE KIRIN'

Beştaş diyar kir, DDB mora xwe daniye binê biryareke bêhiqûqîq û neheq û got, "DDB piştrast kiriye ku ew di bin kontrola Qesrê de ye û li gorî gotinên Wezîrê Edaletê tevgeriya ye. Hefteya derbasbûyî Serokkomar got, 'meraqan nekin; DDB wê li gorî daxwaza me biryarê bide'. Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag jî işaret bi biryarê kir û got, 'Ji bo mirov bi biryarê zanibin, pêwîst nîne mirov hiqûqnas be'. Bi van gotinan daxuyaniyeke tirsnak da."

Beştaş destnîşan kir, ku diviyabû bi helwesteke alîgiriya mafên bingehîn, hiqûq û azadiyan, ev guhertin bihata betalkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Serokkomar û Wezîr, dest li Dadgeha Destûra Bingehîn werdan, ferman dan dadgehê û dadgerî xistin bin bandora xwe. Vê yekê bêhiqûqiya biryarê qat bi qat zêde kiriye. Li gorî peymanên navneteweyî û destûra bingehîn biryar nedaye. Li gorî ferman û daxwazên Qesrê û Wezîrê Edaletê ku ti eleqeya xwe bi edaletê nîne, biryar hatiye dayîn."

'DU SERLÊDANÊN DIN WÊ BÊN KIRIN'

Meral Daniş Beştaş got, "Têkoşîna me, berxwedana me neqediya ye; me hînê nû destpê kirin" û kar û barên ji niha û pê ve bikin, bi vî rengî rave kir:

"Tevî berxwedana me ya demokratîk û siyasî, serlêdanên me yên li zemîna hiqûqê wê dewam bike. Em ê di bin serenavên cuda de serlêdanên xwe yên li Dadgeha Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dewam bikin. Li gorî min, li pêşiya serlêdana li DMME ti astengî nîne, ji ber ku DDB bi vê biryara xwe ve nîşan daye ku ew li gorî siyasetê û di bin bandora Qesrê de tevdigere. Rêya serlêdana li DMME vekiriye. Me lez dan amadekariyên xwe. Wê li her du aliyan serlêdanên me hebin. Ev biryar nayê wê wateyê ku em ê dest ji van hewldanên xwe berdin. Çi zû çi dereng, em ê bi ser bikevin. Ew ê winda bikin."