Qetlîamên li Kurdistanê bi pêlavan hatin protestokirin
Qetlîamên dewleta Tirk û AKP’ê ya li Kurdistanê li paytexta Swîsre Stockholmê di saetên şevê de bi xwepêşandaneka pêlavan ve hate protestokirin.
Qetlîamên dewleta Tirk û AKP’ê ya li Kurdistanê li paytexta Swîsre Stockholmê di saetên şevê de bi xwepêşandaneka pêlavan ve hate protestokirin.
Meclîsa Jinên Kurd a Amara, di rojên borî de dabû xuyakirin ku bi armanca protestokirina êrîşên AKP’ê ya li hember gelê Kurd û bîranîna jin, zarok û sivîlên ku ji aliyê çeteyên Qesrê ve li Bakurê Kurdistanê di berxwedana xwerêveberiyê de hatine qetilkirin wê çalakiyeke protestoyê ya bi pêlavan li dar bixin.
Bang li hemû parêzvanên mafê mirovan ên li Swîsereyê kiribûn ku pêlavên bi rengên cuda bînin Qada Sergel û beşdarî xwepêşandana bi pêlavan bibin.
Kurdistanî û parêzvanên mafên mirovan, îro saet 17:00’an de kom bûn, pêlavên li gel xwe anîn li qadê rêz kirin. Li pêşiya pêlavan jî navên jin û zarokên ku di êrîşên çeteyên Qesrê de jiyana xwe ji dest dane nivîsandin.
Pankarta “Dawî Li Qetlîamên li Kurdistanê bînin” vekirin û wêneyên ku qetlîamên li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê hatin hilgirtin. Sirûdên Kurdî hatin berzkirin.
Çalakvanan, balavokên têkîldarî qetlîamên dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê belav kirin.