BI DÎMEN

Onder li Giessen û Mannheîmê hate bibîranîn

Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li Giessen û Mannheîmê hat bibîranîn.

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li bajarên Giessen û Mannheîm ên Elmanyayê hatin bibîranîn.

GIESSEN

Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li Giessenê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîna ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Giessenê (DKTM) ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê û Sirri Sureyya Onder dest pê kir.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Giessenê M. Şerîf Narman di bîranîne de axivî û got: “Ji ber windakirina hevrê Sirri Sureyya Onder, em pir xemîn in. Bêyî ku ew rojên bi hesret li benda wê bû bibîne ji nav me bar kir, lê wî bingeha aştiyê ava kir. Em ê girêdayî têkoşîn û mîrateya ku wî hiştiye bimînin."

Paşê sînevîzyona li ser jiyana Sirri Sureyya Onder hate pêşandan.

MANNHEÎM

Li avahiya DKTM ya Mannheimê jî ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder merasîma bîranînê hat lidarxistin.

B3iranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Siyasetmedar Nursel Aydogan axaftinek kir. Nursel Aydogan bal kişand ser têkoşîna siyasî ya Sirri Sureyya Onder û rola wî ya ji bo pêkanîna aştî û civaka demokratîk.

Di bîranînê de fîlma Beynelmilel a ku Onder nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye, hate pêşandan.