Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Celle Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê Aktîvîteyên Çand û Sporê

Li bajarê Celle yê Elmanyayê, ji aliyê Ciwanên Azad, Jinên Ciwanên Azad, Hevgirtina Ciwanên Êzdayî (HCE) û Hêvî Frauen in Not ve Aktîvîteyên Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ya Çand û Sporê hate lidarxistin.

Li bajarê Celle yê Elmanyayê, ji aliyê Ciwanên Azad, Jinên Ciwanên Azad, Hevgirtina Ciwanên Êzdayî (HCE) û Hêvî Frauen in Not ve Aktîvîteyên Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ya Çand û Sporê hate lidarxistin. Aktîvîte saet 10.00’an bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kir.

Di aktîvîteyê de berxwedêrên xwerêveberiyê hatin silavkirin, ji bo Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Dêrik û Kerboranê jî alîkariya madî hate komkirin. Serokê Şaredariya Celle Dîrk,Ûlrîch Mende jî tevlî aktîvîteyê bû, aktîvîteyên bi pêşengiya ciwanan silav kir. Piştî axaftinê, Mende bi gel re govend gerand.

Di aktîvîteya ku pêşbirkên voleybol, atletîzm û lîstokên zarokan cih girtin de bernameyek berfireh a çandê hate amadekirin. Koma Bira, Rojhat, Cewad Merwanî, Ciwan Cewlik, Gênco Matyar, Koma Volkana Şoreşê, German, Zaman Yurdan û Uğur Karataş derketin ser dikê û her wiha folklor hatin pîşandan.

Di encama pêşbirka fitbolê ya mabeyna 24 tîman de Batman72 bû yekemîn, Şêrê Rojava bû duyemîn û Diyarbakirspor jî bû sêyemîn, Hevgirtina Ciwanên Êzadyî (HCE) jî kûpaya  camêrtiyê girt.

Aktîvîte ber bi danê êvarî bi dayina kupa û xelatan bi dawî bû.

 

...