Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Oxford û Cambrîdge paraznameya Ocalan a ‘Şaristanî’ rastî eleqeyek mezin hat

Ji bo pirtûka “Şaristanî” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi Îngîlîzî hate weşandin, li Oxford û Cambrîdgeyê eleqeyek mezin heye.

Ji bo pirtûka “Şaristanî” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi Îngîlîzî hate weşandin, li Oxford û Cambrîdgeyê eleqeyek mezin heye.

Ji bo paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi navê “Şaristanî” ku wergera wê ya Îngîlîzî hatiye kirin, li welatên cuda semîner tên lidarxistin. Di semînerên li Zanîngehên Oxford û Cambrîdgeyê de ji Însîyatîfa Navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Aştî” û wergêrê Îngîlîzî yên parêznameyê Ocalan Havîn Guneş, Antropologê Anarşîst Davîd Graeber û Profesorê Zanistên Civakî Thomas Jeffrey Miley axivîn.

Moderatortiya Semînerê Dilar Dîrîk kir. Dîrîk, çavdêriyên xwe yên modela neteweya demokratîk a li Rojava bi mêvanan re parve kir.

Guneşer fikrên Ocalan bi xetên sereke li salonên zanîngehên London School of Economics (LSE), Dublin, Leeds, Cambridge, Oxford û Brightonê parve kir, praktîzekirinên wê yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê jî mînak dan.

Ji bilî xwendekaran, profesorên zanîngehan û ji gelên cuda jî eleqeyek mezin ji bo mijaran hebûn. Bi taybet jî têgîna neteweya demokratîk, dahurandinên dîrokî û sosyolojîk balek mezin kişandin.

Guneşer diyar kir ku derbaskirina krîza dagirkeriya netew-dewlet, kapîtalîzm û zilam serwer a li Rojhilata navîn heman demê pêdiviyî bi azadiya Ocalan dike, banga pişgirîkirina însiyatîfê kir.

Mêvanan semîner erênî nirxandin, bi eleqeyek mezin nêzî pêşketina tevgera jin a Kurd, feraseta xweparastinê bûn.

Erkdarên Perwerdeyê Graeber û Miley ên 2014’an wek heyetek akademîk çûn Rojava û piştre di pêvajoya hilbijartinan de Bakurê Kurdistanê ziyaret kirin jî fikrên Ocalan bi mêvanan re parve kirin, bi ezmûnên cuda re şîrove kirin.

Xwendekarên li ser tevgerên civakî, şoreşan tezên xwe yên doktora amade dikin jî anîn ziman ku xebatên Ocalan wê gelek sûdê bide wan, di beşa pirs-bersiv a semînerê de jî gotin ku konfederalîzma demokratîk ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek erênî ye.

Di aktîvîteyê de standeke ku pirtûk û broşurên Ocalan lê ne, hate vekirin.

...