Li Edeneyê berxwedan li hemû taxan belav bû
Li Edeneyê cara duyemîn polîsan êrîşî girseyê kirin. Li dijî êrîşên polîsan berxwedana gel li tevahî taxan belav bû.

Beriya çend kêliyên ku wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî mîtînga li Fitlanoka Karasû ya li Taxa Daglioglû ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê bibûya, polîsan êrîşî gel kirin. Tevî hemû êrîşên polîsan jî girse derbasî qadê bû. Cara duyemîn polîsan bi ava şid, guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. Li ser êrîşên polîsan, ciwanên ku li serê kolanan bend danîn ketin pişt bendan û dirûşmeyên “Kujer Erdogan” qîr kirin, bi keviran ketin berxwedanê. Tevî bombeyên zêde yên gazê jî ciwanan bend bernedan û berxwedan li tevahî taxan belav kirin.
Hat diyarkirin ku ji ber bikaranîna zêde ya bombeyên gazê, bombeya gazê li serê welatiyekî (45) ku navê wî nehat zanîn ket û ew birîndar kir. Hat ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin.
Welatiyên ku ji Osmaniye û Hatayê xwestin beşdarî mîtîngê bibin, polîsan li Fitlanoka Încîrliyê pêşiya wan girtin û rê nedan ku beşdarî mîtîngê bibin. Li vir 16 welatiyên ku li hember nêzîkatiya polîsan bertek nîşan dan hatin binçavkirin.
Li aliyê din; tê payîn ku Demîrtaş ê hatiye Edeneyê li avahiya HDP’ê ya Bajêr daxuyaniyekê bide.