Elmanyayê ders ji dîroka xwe derxist, dor a Tirkiyeyê ye
Piştî ku Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Elmanyayê ve bi awayekî fermî hat naskirin, di çapemeniya Elman de şîroveyên "Elmanyayê ders ji dîroka xwe derxist, dor hatiye Tirkiyeyê" hatin kirin.
Piştî ku Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Elmanyayê ve bi awayekî fermî hat naskirin, di çapemeniya Elman de şîroveyên "Elmanyayê ders ji dîroka xwe derxist, dor hatiye Tirkiyeyê" hatin kirin.
Meclîsa Federal a Elmanyayê, pêşnûmeya li ser naskirina Qirkirina Ermeniyan qebûl kir. Helwesta bêteşe ya Tirkiyeyê ya li hemberî vê pêşnûmeyê balê dikişîne. Di medya Elman de jî şîroveyên destekê didin meclîsa pêşnûme erê kiriye, derketin pêş. Di heman demê de helwesta Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî tê rexnekirin, ku bi tevlînebûna li dengdanê re hewl da nerazîbûnan kêm bike.
'ELMANYAYÊ DERS JI DÎROKA XWE DERXIST, DOR A TIRKIYEYÊ YE'
Klaûs-Dîeter Frankenberger ê li Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûngê dinivîsîne destnîşan kir, ku netewperestiyeke qetlîamker a bi hêza emperyal, divê negihêje siberojê. Frankenberger diyar kir, Elmanyayê ders ji dîroka xwe derxistiye û ji Tirkiyeyê xwest, nêhele rêya siberoja wê bê guhertin.
Frankenberger bal kişand ser otorîterbûyîna hikûmeta AKP'ê ya li Tirkiyeyê desthilatdar e û anî ziman, ev yek meseleyê bêhtir xemgîn û bi fikar dike.
'PÊWÎSTE ELMANYA XWE JI BILÊVKIRINA RASTIYAN VENEGIRE'
Ji Sudwest Presse Axel Habermehl jî ragihand, bi kîjan hincetên polîtîka reel dibe bila bibe, pêwîste Elman ji bilêvkirina van rastiyan xwe venegire. Habermehl vekişandina sefîrê bilind ê Tirkiyeyê, ku weke nerazîbûnek li pêşnûmeyê hat kirin, weke 'ınkara rastiyê' ya berpirsyarên siyasî pênase kir û bibîr xist, ku Elmanya ya di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de hevalbendê Osmaniyan bû qirkirin ji nedîtî ve hatiye.
Habermehl da zanîn, ku di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin, 'Elmanya jî ji ber qirkirinê sûcdar e' û diyar kir, xalîkirina herêman ji hin gelan û homojenkirina van deveran, polîtîkayeke şaş e.
'NERAZÎBÛNÊN JI TIRKIYEYÊ HATIN, RASTIYA BIRYARÊ PIŞTRAST DIKIN'
Rojnameya Rheîn-Necktarê ragihand, nerazîbûnên piştî dengdanê ji Tirkiyeyê hatin, rastiya pêşnûmeyê piştrast dikin û diyar kir, 'biryardariya' Enqereyê ji bilî 'binavkirina qirkirinê' ti şens nedaye Meclîsa Elmanyayê.
Di şîroveya li rojnameyê de bal hat kişandin ser gefên Bûrhan Kûzû yê AKP'yî hat kirin, ku parlamenterên Elmanya yên ji Tirkiyeyê weke 'xayin' îlan kir û hat bibîr xistin, ku tevlînebûna Serokwezîr Angela Merkel û hin wezîran li dengdanê, ji aliyê gelek derdoran ve hatiye rexnekirin.
'TEVLÎNEBÛNA MERKEL LI DENGDANÊ NE HEWCE BÛ'
Rojnameya Neue Osnabrucker Zeîtûngê di şîroveyeke xwe de tevlînebûna Serokwezîr Angela Merkel û hin wezîrên girîng li dengdanê rexne kir. Rojnameyê destnîşan kir, ku tevlînebûna li dengdanê 'ne hewce' bû û ragihand, vekişandina sefîrê bilind ên Tirk jî di heman astê de helwesteke 'ne hewce' ye.
Di şîrove li Stûttgarta Zeîtûngê de da zanîn, pêşnûmeya qirkirinê nîşaneya 'şikestina girêdana Elmanya ya bi Tirkiyeyê ye'. Rojnameyê destnîşan kir, aciziya li pêşberî girêdana Elmanyayê bi 'Sûltanê nû Erdogan' hatiye şikestin."