BI DÎMEN

Şehîdên 14'ê Tîrmehê li Bîelefeldê hatin bîranîn

Şehîdên berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarê Bîelefeldê bi civînekê hatin bîranîn.

Şehîdên berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarê Bîelefeldê bi civînekê hatin bîranîn. Civîn li Kurdistan-Zentrumê bi beşdariya sed kesî pêk hat. 

Tevî berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr. M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, cangoriyên têkoşîna azadiyê Omer Demîr (Kendal Mîdyat), Îsmet û Mihemed El Mehmûd (Minbic) hatin bîranîn. 

Di civînê de sînevîzyonek li ser şoreşê azadiyê hat nîşandan û beşdaran qala berxwedana li Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê kirin.

...