HRW: Tirkiyeyê Kurdên sivîl qetil kir; nahêlin em lêkolînê bikin

HRW'ê diyar kir, di êrîşên AKP/Qesrê de sivîl hatine qetilkirin û da zanîn, hikûmeta AKP'ê nahêle ew lêkolînan li ser mijarê bikin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bi daxuyaniyekê ragihand, AKP nahêle ew binpêkirina mafên mirovan a di dema êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê de hatine kirin, lêkolîn bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê hikûmet derhal destûrê bide Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) biçe herêmê û bihêle ku mijarê lêkolîn bike.

Hat ragihandin, hê ji nameya Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeyd Raad el Huseyîn a li ser çûyîna Tirkiyeyê û lêkolînkirina mijarê, bersiv nehatiye dayîn.

'DEWLETÊ MIROVÊN LI JÊRZEMÎNAN QETIL KIR'

HRW'ê da zanîn, rêxistina wan jî di nav de destûr ji saziyên weke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Doktorên ji bo Mafên Mirovan re nayê dayîn, ku bi armanca lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan ên gengaz biçin herêmê.

HRW'ê da xuyakirin, lêkolînên wan nîşan didin, mirovên li jêrzemînên li Cizîrê asê man e ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine kuştin û ev agahî da: "Li gorî agahiyên gihaştine ber dest, bi qasî 130 mirov ku sivîlên bêçek û şervanên birîndar jî di nav de hebûn, li jêrzemînên sê avahiyên ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine dorpêçkirin asê man e û ev mirov ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin."

'HERÎ KÊM 338 SIVÎL HATIN KUŞTIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li cihên di navbera hêzên ewlekariyê û Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ên pêwendiya xwe bi PKK'ê re heye şer derket de, herî kêm 338 sivîl hatine kuştin."

Lêkolînera rêxistinê ya li ser Tirkiyeyê Emma Sînclaîr-Webb jî ev yek ragihand: "Dorpêçkirina gelek herêmên li başûrrojhilat jia liyê hikûmeta Tirkiyeyê ve, fikarên li ser hewldana veşartina hin tiştan zêde dike. Vegotinên mirov jê bawer bikin hene ku dibêjin, gelek sivîlên alên spî rakirine yan jî li jêrzemînan asê man e, ku zarok jî di nav de hene, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kuştin. Ev vegotin, diviyabû bibûya sedem ku di asta herî bilind de alarm bihata dayîn. Pêwîste dozgeriya Cizîrê lêpirsîneke tam, bi bandor û serbixwe bimeşîne ku bersivê bide lêgerîna edaletê ya mexdûran."

Di daxuyaniyê de hat gotin, li cihên şer lê neqewimîn jî sivîl hatine kuştin.