Dozgeriya Tirk ji bo îfadeyê bang li Bûldan kir
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji ber gotina "Deng bidin aştiyê" bang li Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê kir, ku îfadeyê bide.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji ber gotina "Deng bidin aştiyê" bang li Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê kir, ku îfadeyê bide.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi vê armancê nivîsek ji Serdozgeriya Komare ya Enqereyê re şand û jê xwest, ji bo girtina îfadeyê bang li Bûldan bike. Hat hînbûn, ji ber lêpirsînek beriya 7'ê Hezîranê bi îdîaya "pesindayîna sûc û sûcdar" bang li Bûldan tê kirin, ku îfadeyê bide.
Li gorî agahiyan, Bûldan ji ber axaftina xwe ya li mîtînga Îdirê, ku gotibû "Guh bidin qîrîna aştiyê ya Birêz Ocalan" û ji ber bangên xwe yên efûya giştî, jê tê xwestin îfadeyê bide.